Desteya Ewlehiya Netewî di Serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de civiya. Di civînê de geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî dê werin nîqaşkirin.
Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) bi Serokkiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Qasra Serokkomariyê civiya. Di civînê de geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tekiliyên dîplomatîk ên Lîbyayê re, geşedanên Xeza û Yemenê û polîtikaya ewlehiyê ya Rojhilatê Behra Sipî dê werin nîqaşkirin.
Girîngiya civînê
Civîn ji hêla peşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de girîng e. Tê payîn ku dê MÎT û Artêşa Tirkiyeyê derbarê qonaxa çekberdanê, vekişîna hêzên Tevgera Azadiyê ya ji hin deverên herêmê û rewşa qadê binirxîne. Herwiha, biryara MGKê ya derbarê tesbît û erêkirina çekberdanê dê li ser pêkanîna Qanûna Çarçoveyê roleke girîng bilîze. Civîn û daxuyaniya piştî civînê tê dayîn dê nîşan bide bê ka hikûmet dixwaze pêvajoyê di çarçoveya ewlehiyê de bigire dest an ser bingeha siyasî û hiqûqî.













