• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

26 November 2026 - 11:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KNKê têkildarî bûyer û zextên dawî yên li ser destketiyên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û di serî de bang li PDK û YNK û her wiha li hemû hêzên siyasî kir ku nakokiyên xwe êdî bidin aliyekî û bi yekrêzî destketiyên neteweyî biparêzin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser parastina maf û desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Iraqê ya federal bi baldarî dişopînin û nîşaneyê bi daxuyanî û hewldanên sînordarkirina rêveberiya petrolê, çavkaniyên xwezayî û dahatên navxweyî yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin.

KNKê got, “Em teqez dikin ku pêwîstiya seqamgîriya siyasî û aborî li Iraqa federal û herêma Kurdistanê heye û em bawer dikin ku hêz û berdewamiya demokrasiyê ya dewleta Federal a Iraqê bi rêzgirtina îradeya gelan û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan ve girêdayî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê destketiyek dîrokî ye û berhema têkoşîn û qurbaniyên gelê Kurd û Kurdistaniyan e. Her hewldanek ji bo kêmkirin an lewazkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê di mijarên petrol û dahatan de, berovajî prensîbên federalîzmê û prensîbên hevkariyê ne û wê hevsengî, lihevkirin û baweriya di navbera Hewler û Baxdayê de qels bike. Di heman demê de, em teqez dikin ku mijara para herêmê di budceya giştî, mûçe û mafên darayî yên karmend û welatiyên Kurdistanê de divê bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin, dibe ku divê weke mafek bingehîn û destûrî bi awayekî dadperwerane û berdewam were misoger kirin.”

Daxuyaniya KNKê bi vî rengî dewam kir:

“Her wiha em dubare dikin ku ji bo xurtkirina aramiya rasteqîn li Iraqê, pêkanîna hemû bendên destûrê, bi taybetî jî madeya 140 a destûrê Iraq a federal ya sala 2005an, ji bo normalîzekirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û bidawîkirina siyaseta guhertina demografîk û marjînalîzekirinê pêwîst e.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li Serokkomar û Serokê Parlamentoyê û Serokwezîr û Hikûmeta Federal a Iraqê dike ku di çarçoveya destûrê de û bi giyanek berpirsiyar bi mafên Herêma Kurdistanê re serederiyê bikin. Em bawer in ku çareseriyek rast û dirust ji bo pirsgirêkên heyî, tenê bi diyalogek nîştimanî ya avaker, bêyî her fişar û zexteke tekrewiyê, dikare were bidestxistin, da ku statuya destûrî ya herêmê û berjewendî û jîn û jiyara baş a hemû welatiyan were parastin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de KNKê got, “Di heman demê de, em bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên li Kurdistanê û tevahiya hemwelatiyên Kurdistan, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistan PDK û Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan YNKê dikin, ku di serî de arîşe û nakokiyên navbera xwe çareser bikin û bi yekrêzî û yek helwestiya neteweyî, bi berpirsiyariya herî mezin destketiyên destûrî û statuya Herêma Kurdistanê biparêzin. Pêwîst e êdî stratejiyeke niştimanî ya yekgirtî were dariştin, gel û raya giştî ya Kurdistanê bên aştiyê, da ku bi gotarek û helwesteke bi hêz berevaniyê li îradeya siyasî û mafên destûrî yên Kurdistaniyan bikin.”

Etîket: KNKPDKYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

26 November 2026
Kamûran Berwarî: Krîza Başûr li ser berjewendiyên partiyan e, ne li ser statuya Kurdan

Kamûran Berwarî: Krîza Başûr li ser berjewendiyên partiyan e, ne li ser statuya Kurdan

26 November 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 November 2026
Bafil Talebanî: PDKê bêrêzî li parlamentoyê kir

Bafil Talebanî: PDKê bêrêzî li parlamentoyê kir

12 November 2026
Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

9 November 2026
Berhem Letîf: Hişmendiya PDKê ya serdestiyê li pêşiya her tiştî dibe asteng

Berhem Letîf: Hişmendiya PDKê ya serdestiyê li pêşiya her tiştî dibe asteng

8 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne