• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zaroka jina ducanî ya girtî ji ber çû

    Zaroka jina ducanî ya girtî ji ber çû

    Nivîskarên jin ên Bakur : Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

    Nivîskarên jin ên Bakur : Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e

    Îlham Ehmed bû endama Meclisa Gel

    Îlham Ehmed bû endama Meclisa Gel

    10 roj in ji bo berdana girtiyên nexweş di çalakiyê de ne

    10 roj in ji bo berdana girtiyên nexweş di çalakiyê de ne

    Li Amedê bernameya damezrandina PKKê û bîranîna şehîdên Mijdarê hat lidarxistin

    Li Amedê bernameya damezrandina PKKê û bîranîna şehîdên Mijdarê hat lidarxistin

    Girtî Zerrîn Yilmaz: Parêzvanên rast ên aştiyê, ew kesên ji bo jiyana mirovan hewl didin e

    Girtî Zerrîn Yilmaz: Parêzvanên rast ên aştiyê, ew kesên ji bo jiyana mirovan hewl didin e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hunermendên Kurd û Katalan: Em ê stranên xwe bigihînin cîhanê

Daristan Pala / AW

26 November 2026 - 10:22
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Hunermedên Kurd û Katalan ên jin dê li Amedê konsereke hevpar bidin banga tevlibûna konsera xwe ya roja şemiyê ya li Çand Amedê kirin û destnîşan kirin ku ev konser ji bo nasîn û parvekirina çandên her du gelan, gelekî watedar e.

Hunermendên girêdayî Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) û hunermendên jin ên ji Katalanyayê di çarçoveya projeyeke hevpar a çandî û muzîkê de di 28ê mijdarê saet di 19:30an de li Çand Amedê bi konsereke hevpar tên cem hev. Hunermend Mizgîn Tûran û Clara Fîol Dols derbarê armanca konsera xwe de gotin ku ev yek ji bo nasîna herdu gelan gaveke gelekî watedar e.

‘Çandên me pir dişibin hev’

Hunermend Mizgîn Turan diyar kir ku ev proje ne tenê xebateke nivîskî û muzîkal e, lê li ser bingeha şibandina di navbera jinên Kurd û Katalan de hatiye avakirin û wiha axivî: “Jinên Katalan û jinên Kurd pir dişibin hev; me xwest em vê şibandinê bînin cem hev. Em wekî jinên Kurd li bajarê xwe û li Kurdistanê konseran çêdikin, lê me nexwest em di wî warî de sînordar bimînin; em dixwazin xwe bigihînin hemû deverên cîhanê ku jin wekî nasname, çand û zimanê xwe îfade bike. Katalan jî di warê ziman, nasname û çandê de pir dişibin me; ew jî xweser in û bêdewlet in, em jî heman tişt in. Ev ji bo wan jî tecrûbeyeke yekemîn e, ji bo me jî tecrûbeyeke yekemîn e. Ne ew zimanê me dizanin û ne em yê wan dizanin, em ê hewl bidin karekî hevpar û projeyeke hevpar li dar bixin û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.”

‘Em ê çandên xwe fêrî hev bikin’

Mizgîn Turan got ku bi vê projeyê ew ê hînî çanda û hunera Katalanan bibin û wiha bi dawî kir: “Ev komên ku niha hatine vir, bi vê wesîleyê hevdu nû nas dikin û dê cara yekem bi hev re konserekê çêkin. Niha em provayên xwe digirin; em ê stranên xwe hînî wan bikin, ew jî yên xwe hînî me bikin û em ê hewl bidin tiştekî xweş derxin holê. Konsera me 28ê mehê di saet 19:30an de li Çand Amedê ye. Em pir kêfxweş û bi kelecan in. Konsereke pirzimanî ye; Banga me ew e ku di wê rojê de gel me tenê nehêle û piştgiriyê bide me, ji ber ku sala pêş em jî dê biçin wir û çanda xwe li wir nîşan ziman.”

‘Gihandina muzîka Kurdî û Katalanî li ba hev pir balkêş û bi kelecan e’

Hunermend Clara Fîol Dols ya ku ji Mallorcayê ji bo vê danûstandina muzîkê hatiye Amedê, kêfxweşiya xwe ya li ser vê xebatê anî ziman û got: “Ez Clara me, ji Mallorcayê me, muzîkjen im û ji bo vê danûstandina muzîkê ya bi jinên Kurd re li Amedê me. Li cihê ku em lê dijîn muzîka Kurdî gelekî kêm digihîje me û vê xebatê hişt ku em vê muzîkê ji nêz ve nas bikin. Tenê rojek e em li vir in û hevalên me yên ji KASEDê li her quncikê bajêr ji me re distirên; ev ji bo min fantastîk e.”

‘Li deverên cuda be jî stranên me hin alî naxwaze bibîze’

Clara Fîol Dols bal kişand ser cudahî û hevparbûnên di navbera her du çandên muzîkê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek xalên hevpar dibînim û gelek tiştên cuda ku min qet nebihîstibûn. Tiştekî gelekî balkêş bi tembûrê re heye; ev amûr li cem me tuneye û her tiştî li ser melodiyekê dixwaze. Stranên ku me dikaribû bînin xwedî akordên rojavayî bûn û li vir jî li ser heman melodî û awazê ne. Ev zehmetiyek e, lê gihandina van muzîkan li ba hev pir balkêş e. Wekî jin em stranan dibêjin; stranên Katalanî û Kurdî di qadeke ku her kes naxwaze bibihîze de ne. Parvekirina vê yekê, her çend em ji axên pir dûr bin jî, gelek hevparbûnên me hene û ev pir bi kelecan e. Roja şemiyê di saet 19:30an de dê konsereke pir bi efsûn pêk were, ez her kesî vedixwînim ku were.”

Etîket: Clara Fîol DolsgelhevparHunermedKatalanKurdMizgîn Tûrannêzbûnstran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

20 November 2026
Li Şirnexê kampanyaya ‘Ji bo Nan, Aştî û Dadweriyê Budçe’ dest pê kir

Li Şirnexê kampanyaya ‘Ji bo Nan, Aştî û Dadweriyê Budçe’ dest pê kir

3 November 2026
Delîl Dîlanar dê li Amed û Stenbolê konseran li dar bixe

Delîl Dîlanar dê li Amed û Stenbolê konseran li dar bixe

8 October 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 October 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 October 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 October 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne