Enqere – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku divê êdî Desteya Aştî û Siyasetbûnê ku dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de cih bigire, ji raya giştî re bê parvekirin û got: “Em jî li bendê ne. Dê kengî ji raya giştî re bê parvekirin em jî nizanin. Em jî dixwazin di demekê herî zû de ew destê were îlankirin û dest bi xebatan bike.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî qanûna çarçoveyî ku li meclise derbas bû li benda rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ye. Qanûna çarçoveyî ku piştî rapora teyît û tespîtê bikeve meriyetê çav li rê ye di civîna MGKê de be nirxandin. MGKê ku bi Serokiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di 29ê Îlonê de civiya bû û 2 meh carê dicive li bendê ye di rojên pêş de civîna xwe ya rutîn a 2 meh carê li darbixe. Di civînê de tekildarî qanûna çarçoveyî rapora teyît û tespîtê derbikevê an nakevê tiştek diyar kirî tune ye. Lê ji aliyê din vê jî Desteya Şopandinê ku tekildarî qanûna çarçoveyî di bin banê Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hatibû avakirin û Wezareta parastin, navxweyî, tekiliyên derve û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî cih digirê dest bi xebatan kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê weke koordînatorê Komîsyona Aştî û Koordînatoriya Siyasî dê pêvajoya qanûna çarçoveyî bi rê ve bibe li bendê ye êdî di rojên pêş de dest bi xebatan bike. Li gor agahiyên ji raya giştî re hatinê parvekirin, siyasetmedar, akademîsyen û hewd. jî dê di vê desteyê de cih bigirin. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktên piştî 70 rojan çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Heyetê di daxuyaniya piştî hevdîtinê de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava girtîgehê de derbasî xaniyekî nû bû ye û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re parve kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di peyama xwe de bal kişandibû ser xetereyên pêşiya pêvajoyê û gotibû tedbîra herî xurt hiqûq û demokrasî ye.
Serokê Meclise Numan Kurtulmuş ku piştî serdana partiyên siyasî ji partiyên siyasî re nivîsek şand diyar kir ku Komîsyona Çavderiyê ya Meclise dê 19 endaman pêk were û heta roja dûşemî divê partiyên siyasî endamên xwe ragihînin. Li aliyekî ve ew geşedanên pêvajoyê û ji aliyê din ve jî berneda girtiyên nexweş, zextên li ser partiyên muxalîf û çapemeniyê di rojeve de ne. Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Meclise Gulîstan Kiliç Koçyîgît tekildarî geşedanên pêvajoyê û geşedanên rojevê pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.
*Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina Komîsyona Çavderiyê ji partiyên siyasî re nivîs şand. Li gor nivîsê partiya wê dê 2 an jî bi endamên partiyênb tevlî komîsyonê nabin ve 3 endaman bişîne vê komîsyonê. Gelo endamên wê yên komîsyonê diyar in?
Ji bo endamên komîsyonê me hê nîqaş nekiriyê em ê ke bişînin komîsyonê. Îro jixwe Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya me jî dê bicivê. Em ê di civînê de endamên xwe diyar bikin û ji raya giştî re parve bikin.
*Ew komîsyon dê çi kar û xebatan ji bo pêşvebirina pêvajoyê bike? Weke DEM Partî li ser xebatên komîsyon bike çi pêşniyar kir?
Em dixwazin ew komîsyon ne bi awayekî teknîkî bike. Em dixwazin ew komîsyon pêvajoyê bi civakê re nîqaş bike û hem jî hemû partî di vê komîsyonê de cih bigire. Ew meselê ne meseleya AKPê, DEM Partî û MHPê ye. Ew meseleya hemû gelan û Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî em dixwazin hemû kes destê xwe bikin bin kevir di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze. Her wiha ew komîsyon kêmasiyên di pêvajoyê de hene jî çareser bike. Yanî çi qanûn pêwistê, divê kîjan qanûn bên guherandin li ser vê jî xebatan bike. Pêşniyar qanûnan bike û bişînê desteya giştî. Komîsyon divê berdana çekan û vegera welat jî bişopîne. Saziyên sivîl ên demokratik, baro, saziyên jinan jî divê di vê komîsyonê de cih bigire. Em dixwazin ew komîsyon bi awayekî berfireh vê meseleyê bigirê dest.
Dema Serokê Meclise ji bo avakirina komîsyonê serdana koma me kir wê demê jî me jê re got; Em komîsyoneke tenê teknîkî naxwazin ew komîsyon bibe komîsyoneke teknîkî divê hemû partiyên siyasî ku di komîsyonê de cih bigirin destê xwe bikin bin kevir û berpirsyariya xwe bizanin.
*Heyeta DEM Partiyê piştî 70 rojan çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji raya giştî re hat parvekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka demokrasiyê pênase dike bal kişandibû ser provakasyon û xetereyên pêvajoyeyê û dibêje ‘divê mîsogeriya pêvajoyê hiqûq û demokrasî be’. Gelo li gor merhaleya pêvajo gehiştiye lê xetereyên li pêşiya pêvajoyê çi ne û ji bo pêşî li van xetereyan be girtin divê çi bê kirin?
Hin navend dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin. Ji bo wê divê em jî pir bi baldar tevbigerin. Gelek hez naxwazin ew pirsgirêk çareser bibe û Kurd bigehejin mafên xwe. Ji bo wê jî hin navend dixwazin hemberî pêvajoyê rol bigirin. Ji bo wê jî divê hemû kes bizane ew mesele ne meseleyeke biçûk e. Meseleyeke mezin e. Meseleya ziman, nasname û veguherîna pergala Tirkiyeyê ya demokratîk e. Ji bo wê jî meseleya demokrasiyê ye. Ji bo wê jî aştî û demokrasî hevdû xurt dikin. Ji bo wê jî em dixwazin têkoşîna aştiyê û demokrasiyê bi hev re bimeşînin. Birêz Ocalan her tim dibêje heta Tirkiye pergaleke demokratîk ava nakê aştî encam nagire. Daxuyanî û tevgera hin navendan ji bo pêvajoyê ne baş e. Ji bo vê jî divê em baldar bin. Ew pêvajo bi gelek metirsiyan re jî vêkiriyê. Birêz Ocalan dibêje dirêjbûna pêvajoyê rîskan jî derdixîne. Ji bo em van rîskan kêm bikin divê em hevkarên pêvajoyê mezin bikin. Ji bo wê jî em dixwazin hemû partî di vê komîsyonê de cih bigirin. Rexneyên xwe jî di vê komîsyonê de bînin ziman. Birêz Ocalan jî dibêje kî di vê pêvajoyê de cih negire bixwazê jî nexwazê jî li hemberî pêvajoyê cih digire û destê kesên li dijî pêvajoyê ne, xurt dike.
*Her wiha hat gotin ku hevdîtin di xaniyê nû de pêk hatiye. Di şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de guherîn hebin jî hê rojnameger, akademîsyen û siyasetmedar nikarinê biçin Girava Îmraliyê. Ew yek li pêşiya pêvajoyê astengiyên çawa bi xwe re tînê û gelo di rojên pêş de li bende ye ku di şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hin guherîn çêbin?
Rastê birêz Ocalan derbasî cihek nû bû. Lê em nikarin bejin pirsgirêka statuyê ya birêz Ocalan çareser bûye. Birêz Ocalan sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye. Ji bo wê jî divê dewlet li gor vê nêz bibe. Ne tenê guherandina xanî divê statuya birêz Ocalan diyar bibe. Astengiya herî mezin ew ê ku em hê nikarinê fikir û remanên birêz Ocalan rastê rast ji wî bibihîsin. Divê birêz Ocalan fikir û remanên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bixwe bînê ziman. Tenê çûyina heyeta me ji Giravê û daxuyaniyek bide têr nakê. Em dixwazin çapemenî, nivîskar û hemû beşên civakê bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ew pêdiviyeke mezin e ji bo pêvajoyê ye. Daxwaza me jî ew ê ku bi lêzgînî bi cih were.
*Gelo Desteya Aştî û Siyasetbûnê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê koordînatoriya wê bike kengî dest bi xebatan bike? Derbarê vê de agahiyeke nû heye an?
Divê ew destê êdî ji raya giştî re be parve kirin. Em jî li bende ne. Dê kengî ji raya giştî re be parve kirin em jî nizanin. Em jî dixwazin di demekê herî zû de ew destê were îlan kirin û dest bi xebatan bike. Yên di vê desteyê de cih bigirin jî biçin ser karê xwe û êdî dest bi xebatan bikin. Lê dê kengî were îlan kirin hê ne diyar e.
*Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) jî dê civîna xwe li darbixînê. Hê agahî hene ku dê di vê civînê de li ser rapora teyit û tespîtê biryarek jî derbikevê. Gelo dirêjkirina rapora teyit û tespîtê xetereyên çawa ji bo pêvajoyê derdixînê?
Tevgera Kurd çi dikevê ser milê wê bi cih aniyê. Desthilatê bixwe jî ragihand ku gelek cih hatinê vala kirin. Niha şûn vê divê MGKê biryarek bigirê. Em dixwazin di vê civînê de bigirin. Lê em nizanin dê di vê civînê de bigirin an na. Lê çiqas zû bigirin ew qas dê baş bibe ji bo pêşve çûna pêvajoyê. Dirêjkirina her rojê rîskeke û pirsgirêkan derdixînê. Ji bo wê jî divê çi bikeve ser milê ke bi lêzgînî bike.












