• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Desteya Ewlehiya Netewî civiya

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Îmzevanên ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk 1001 Îmze’ kampanyayeke nû dan destpêkirin

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Li Bangkokê li refîneriyeke petrolê teqîn

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Saziyên tev li lêkolîna li Farqînê bûne: Divê ev mijar zû were zelalkirin

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

    Piştî biryara Banqeya Navendî ya derbarê zêran de, liv û tevger di bazaran de çêbû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kamûran Berwarî: Krîza Başûr li ser berjewendiyên partiyan e, ne li ser statuya Kurdan

Dogan Korkmaz / AW

26 November 2026 - 09:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Akademîsyen û siyasetmedar Kamûran Berwarî derbarê aloziyên kûr ên di navbera PDK û YNKê û biryarên dawî yên hikûmeta Iraqê de nirxandinên balkêş kir û destnîşan kir ku krîza heyî ya li Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên partiyan e û metirsiyeke dagirkeriyê li ser gelê Kurd nîne.

Aloziyên kûr ên di navbera Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) ku ev demeke dirêj in hene, bêyî ku bên çareserkirin her ku diçe kûrtir dibe. Ev yek li ser statuya herêmê jî bandoreke neyînî dike û xetereya li pêşiya şereke nû vedike. Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî di 24ê Mijdara 2026an de li ser navê “Rêlibergirtina qaçaxçîtiya petrolê û parastina serweriya niştimanî” hejmarek biryarên tund derbarê qadên petrolê, deriyên sînor û rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê de dan. Ev biryar ji aliyê Kurdan ve hatin rexnekirin û ji bo pêşîlêgirtina biryar û an jî mudaxeleyekê banga çareserkirina pirsgirêkên navxweyî hat kirin.

Nakokiyên PDK û YNKê yên Dîrokî û krîza hikûmetê

Akademîsyen û siyasetmedar Dr. Kamûran Berwarî derbarê mijarê de ji bo ajansa me axivî û da zanîn ku nakokiyên di navbera YNK û PDKê de nû nîn in û koka wan vedigere sala 1964an. Kamûran Berwarî diyar kir ku tevî avakirina parlamento û hikûmetê di sala 1992yan de jî, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê pratîkî ve her tim perçebûn û nêzîkatiya “du îdareyî” serdest bûye û wiha got: “Piştî sala 92yan û vir ve jî ku Parlamentoya Kurdistanê hate pêkanîn, hinek ji wan nakokiyan careke din dubare bûn. Di salên 92, 94 û vir ve heta nêzîkî sala 2000î jî rewş asayî nebû. Bi taybetî şerê birakujî di navbera wan de rû da û çawa ku berê di navbera Sefewî û Osmaniyan de hatibûn dabeşkirin wê demê jî di navbera Îran û Tirkiyeyê de hatibû dabeşkirin. Piştre rewş baş bû, asayî bû û hikûmet û parlamento bûn yek. Lê ji aliyê pratîkî ve em dikarin bêjin sînorên di navbera wan de hatin dirustkirin. Heta vê gavê jî, ji sala 91-92an ve em nikarin bêjin Başûrê Kurdistanê yek îdare ye, wekî ku xuya ye wekî du îdareyan tevdigerin.”

‘Hinek kes dixwazin xwe li ser parlementoyê ferz bikin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Kamûran Berwarî bi bîr xist ku ev du salan zêdetir e hilbijartinên Başûrê Kurdistanê hatine kirin, lê hêj hikûmet nehatiye avakirin û wiha pê de çû: “Divê di nava 4 rojan de hikûmet hatiba pêkanîn, lê hikûmet pêk nehat. Pêkneanîna hikûmetê jî vedigere wê yekê ku hinek kes û hêz hene dixwazin xwe li ser parlamento û hikûmetê ferz bikin. Dixwazin serokê wezîran, serokê parlamentoyê, serokê hikûmetê û wezaretên girîng hemû yên wan bin. Ji ber vê yekê jî ji aliyê YNKê ve li ser vê helwestê di kabîneya 9emîn de bertek hat nîşandan. Ji ber vê yekê nekarîn di nava du salan de parlamentoyê aktîv bikin. Vê dawiyê jî ew pêngava PDK ji bo birêvebirina parlementoyê avêtî, bû sedema bertekên YNKê û gihîşte astekê ku êdî ber bi du îdareyê ve çûne. Lê piştî van guhertinên li Iraqê rûdan, em dibînin rewşa Başûrê Kurdistanê bi şêweyekî din e. Belkî ev bibe çareseriya nakokiyên navbeyna wan jî.”

‘Rojane zêdetirî 200 hezar bermîlên petrolê tên dizîn’

Derbarê biryarên dawî yên hikûmeta Iraqê yên ji bo kontrolkirina bîrên petrolê û deriyên sînor de, Kamûran Berwarî diyar kir ku ev yek mafekî destûrî yê Iraqê ye û têkiliya vê bi perçebûna PDK û YNKê ve nîne. Kamûran Berwarî bal kişand ser gendeliya mezin a di warê enerjiyê de û wiha got: “Nabe ku li tu cihê Iraqê; ne li Basra, ne li Dihokê, ne li Hewlêrê, ne li Silêmaniyê û ne jî li Babilê, petrol û gazên Iraqê bêne dizîn û hinek kes û kom ji bo xwe sûd (berjewendî) jê wergirin. Bi baweriya min heke lihevhatin ligel hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ligel hêzên siyasî hebe, karekî baş dê bê kirin. Ji ber ku em zanin rojane zêdetirî 200 hezar bermîlên petrolê li Başûrê Kurdistanê bi neqanûnî têne dizîn û têne firotin. Di çarçoveya gendeliyê de, bi dehan milyar dolar di van 30-40 salên çûyî de ji gaz û petrola ku firotine Tirkiyeyê û Îranê, hatin windakirin. Berdela ku ev petrol û gaz bê dizîn, biçe xezîneya dewletê ya Iraqê û bi şêweyekî qanûnî bê firotin, wê ew gaz û petrol bibin milkê Iraqê û beşekî sereke jî dê bo Başûrê Kurdistanê vegere. Yanî ne gelê Başûrê Kurdistanê qebûl dikin ew gaz wisa belaş biçin di çarçoveya diziyê û gendeliyê de, ne jî gelê Iraqê qebûl dikin.”

‘Çareserî hikûmeta demokratîk û niştimanî ye’

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku metirsiya dagirkirina herêma Başûr nîne, metirsiya rasteqîn desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ne û da zanîn ku dagirkirina herêma Kurdistanê ne hêsane, gelê Kurd dikare li hemberî vê metirsiyê bisekine. Kamûran Berwarî axaftina xwe wiha dirêj kir: “Hikûmetên Herêma Kurdistanê, nekarîn di van 60 salên çûyî de xwe rast bikin û pergalekê li gorî berjewendiya gelê Başûrê Kurdistanê ava bikin. Ev xalek zor girîng û stratejîk e. Heke hemû armanca sereke ya hikûmeta Iraqê ew be ku bê û Başûrê Kurdistanê dagîr bike û bi zextê hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê bi cîh bike ne mimkûn e; ne hikûmeta Iraqê, ne ya Sûriyeyê, ne ya Tirkiyeyê û ne ya Îranê niha nikarin vê tiştê bikin. Ji ber ku gelê Kurd miletekî şoreşger e, têkoşer e û rêxistinkirî ye. Bi milyonan Kurd amade ne ku miletê xwe, welatê xwe, axa xwe û destkeftiyên xwe biparêzin.”

Banga Abdullah Ocalan bi bîr xist

Kamûran Berwarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarên Başûrê Kurdistanê hemû saziyên hikûmetê, hemû wezaret kirine taybet, kirine companî û bûne milkê şexsan. Ev nayê qebûlkirin, karnekirina parlamentoyê nayê qebûlkirin, bêhikûmetî nayê qebûlkirin. Ev pirsgirêka Başûrê Kurdistanê bi xwe ye. Ger ku Başûrê Kurdistanê hez bike, di navberea 48 saetan de dikarin hikûmeteke niştimanî û neteweyî pêk bînin. Birêz Abdullah Ocalan berî çend mehan jî pêşniyar kir, hikûmeteke giştgir (kapsayıcı), demokratîk û seranserî Başûr û heta deverên madeya 140 (Kerkûk, Diyala, Mûsil,Selahadîn) jî pêk bînin ku nûneriya hemû gel bike. Gelê Kurdistanê jî vê dixwaze. Wekî din heke bû dema zilm û zordariyê, her kesê li Başûr amade ye ku hebûna xwe biparêze.”

Etîket: BaşûrberjewendîDr. Kamuran BerwarîkrizNakokînelihevkirinPDKYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê nayên qebûlkirin!

26 November 2026
Welatiyên Başûr li dijî biryarên Iraqê nerazîbûn nîşandan

Welatiyên Başûr li dijî biryarên Iraqê nerazîbûn nîşandan

26 November 2026
KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

26 November 2026
Encûmena Dadweriya Iraqê daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kir ku giredayî destûrê bimînin

Encûmena Dadweriya Iraqê daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kir ku giredayî destûrê bimînin

25 November 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 November 2026
Bafil Talebanî: PDKê bêrêzî li parlamentoyê kir

Bafil Talebanî: PDKê bêrêzî li parlamentoyê kir

12 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Em ê li dijî şerê taybet, tiryak û fihûşê bi komînan xwe birêxistin bikin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne