Rahênera werzîşê Ebru Şen balkişand ser giringiya werzîşê û diyar kir ku ji bo jinan pêwîst e li her navçeyê qadên werzîşê werin avakirin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber kodên civakî yên feodal derfetên xwegihandina jinan a qadên werzîşê gelek kêm in. Taybetî li bakurê Kurdistanê şaredariyên di destê DEM Partiyê de hewl didin ji bo jinan derfetan ava bikin û qadên werzîşê biafirînin. Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ku piştî hilbijartinên 31ê adara 2024an de şaredarî ji qeyim wergirt, hewl dide bi qadên werzîşê derfetan ji bo jinan ava bike. Eywana Werzîşê ya Şaredariya Rêya Armûşê ev demeke dirêj e xizmetê dide jinan û jin hem werzîşê dikin û hem jî têkiliyên civakî xurt dikin.

‘Piranî jin ji bo nexweşiyên xwe werzîşê dikin’
Rahênera Werzîşê ya Eywana Şaredariyê Ebru Şen têkildarî xebatên xwe ji ajansa me re axivî û anî ziman ku ew 6 sal in ew rahêneriyê dike, 6 şaxên wan hene û 5 şax yên jinan, 1 jî ji bo zarokan hatiye avakirin. Ebru Şen diyar kir ku jin ji bo vekirina eywanê gelek kêfxweşin û wiha pê de çû: “Em 2-3 mehan carekê qeydan nû dikin. Hevalên jin yên tên li vir dibin piranî ji bo nexweşiyên xwe tên. Ev yek jî hem ji bo derûniyê hem jî ji aliyê fîzîkî ve gelek baş e. Şagirtên me yên herî biçûk 18 salî ye, yê herî mezin jî 65 salî ye. Em di hefteyekê de 6 rojan perwerdeyê didin. Serê sibê di saet 10an de em dest pê dikin û heta 6ê êvarê didome. Her wiha hatina vê derê jî bêpere ye.”

‘Ji bo kesên nexweş em xizmetê dibin malên wan’
Ebru Şen bi bîr xist ku ew kesên ku nexweş in û nikarin biçin eywanê jî xizmeta werzîşê di malên xwe de digirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Jinên nexweş û nikarin bên cîhê werzîşê jî serî li şaredariyê didin, em jî alavên xwe digrin û diçin malên wan. Em şeş mamoste ne û her hefteyê mamosteyek me diçe. Tax ji bo me ferq nake; em li Rêya Armûşê ne, ger hewce bike em diçin Tûşbayê û Artemêtanê jî. Em ji bo hevalên xwe yên jin ên ku nexweş in diçin, hewl didin alîkariya wan bikin. Ev yek jî wan pir kêfxweş dike.”
‘Divê li hemû navçeyan cîhe werzîşê werin wekirin’
Ebru Şen diyar kir ku Şaredariya Rêya Armûşê cîhê werzîşê bi taybetî ji bo jinan vekiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên me yên Kurd xwe nafikirin, tenê xwe ji bo malbatan xwe feda dikin. Divê ev biguhere û êdî jin giringiyê bidin kesayetiya xwe. Ji ber vê yekê em dixwazin li hemû navçeyan eywanên werzîşê werin vekirin.”
















