• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtiyên Apoyî: Divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan

Navenda Nûçeyan / AW

18 MIJDAR 2026 - 11:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Denîz Kaya li ser navê Girtiyên Apoyî têkildarî rewşa girtiyên nexweş, ji girtîgehê daxuyanî da û got ku divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan.

Denîz Kaya li ser navê girtiyên Apocî, derbarê çalakiya rûniştinê ya bêdem a ku li Enqereyê ji bo berdana girtiyên nexweş hatiye destpêkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş yek ji ezmûnên herî bingehîn ên Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e û bang hat kirin ku di serî de girtiyên nexweş, hemû girtî bêşert û merc werin berdan.

Daxuyaniya ku li ser navê Girtiyên Apocî hatiye parvekirin wiha ye:

“Di serî de girtiyên nexweş, bila hemû girtî bêyî şert û merc demildest werin berdan. Em wekî Girtiyên Apocî yên ku bi salan e ji ber nasnameya xwe ya siyasî û girêdayîbûna xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê me re di zindanan de tên girtin, îro careke din balê dikişînin ser yek ji pîvanên herî bingehîn ên aştî û çareseriya demokratîk. Dema ku li welatekî behsa aştiyê tê kirin, hiştina hevalên me yên di zindanan de bi nexweşiyan re, negihîştina dermankirinê û binpêkirinên mafê jiyanê, nîşan dide ku îdiaya çareseriya demokratîk hê negihîştiye rastiya berbiçav a jiyanê. Ji ber ku aştî ne tenê bi gotinên siyasî, lê bi mîsogerkirina mafê jiyanê, avakirina şert û mercên li gorî rûmeta mirovan û rakirina astengiyên li pêşiya azadiyan wateya xwe dibîne. Ji vî alî ve mafê jiyanê, gihîştina dermankirinê û azadiya girtiyên nexweş, yek ji berpirsiyariyên nayên paşvexistin û ezmûnên herî bingehîn ên Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk e.

‘Bila çalakiya ji bo girtiyên nexweş were xurtkirin’

Bi vê berpirsiyariyê, em kesên ku li Enqereyê ji bo mafê jiyanê û azadiya girtiyên nexweş dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kirine û kesên ku xwedî li vê çalakiyê derdikevin silav dikin; em teqez dikin ku têkoşîna jiyanê ya girtiyên nexweş ne tenê ya malbat û xizmên wan e, lê berpirsiyariya hevpar a hemû beşên civakî yên alîgirên aştî, demokrasî û jiyana azad e. Em bawer dikin ku divê ev têkoşîn bi vîn û pişgiriya hevpar a gelên me were mezinkirin.

Di serdemeke ku pêvajo pêş dikeve de, berdewamkirina binpêkirinên mafan, sepanên tecrîtê û şert û mercên ku jiyana girtiyên nexweş dixin xetereyê yên di zindanan de, bi ruhê pêvajoyê û îdiaya çareseriya demokratîk re li hev nayê. Perspektîfa guhertin û veguherîna stratejîk a ku Rêbertiya me derxistiye holê, ne tenê di gotina siyasî de, divê di hemû qadên jiyana civakî de bersiveke berçav bibîne. Rêya vê yekê jî destjêberdana dewlet û desthilatdariyê ya ji nêzîkatiyên ku pêvajoyê dirêj dikin û avêtina pêngavên berçav, biryardar û bawerîbexş ên ber bi demokratîkbûnê ve derbas dibe.

‘Gihîştina girtiyên nexweş a dermankirinê û azadbûna wan ne îmtiyaz e’

Lê belê tiştên ku îro di zindanan de diqewimin, nîşan didin ku di vê mijarê de hê jî pirsgirêkeke cidî ya vîn û sepandinê heye. Bi sedan girtiyên nexweş, tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û nexweşiyên ku jiyanê dixin xetereyê di girtîgehan de tên girtin; gihîştina wan a dermankirinê bi hincetên cuda tê astengkirin û mafên wan ên berdanê bi nêzîkatiyên keyfî û siyasî ji holê tên rakirin. Jiyana xwe ji destdana hevalê me Tuncer Sağlam bêyî ku bigihîje mafê dermankirinê, nîşan da ku ev polîtîka dibe sedema encamên çiqas giran. Têkoşîna jiyanê ya hevala me ya nexweşa losemiyê Newroz Bozkurt a di beşa lênêrîna giran de û teşhîsa kanserê ya qonaxa çaremîn a li ser hevala me Evîn Zapsû, derdixe holê ku rewşa girtiyên nexweş êdî nikare were paşvexistin.
Jiyana mirovan û mafê tenduristiyê nikare bibe mijara tu hinceteke siyasî, îdarî yan jî ewlehiyê. Gihîştina girtiyên nexweş a dermankirinê û azadbûna wan ne îmtiyaz e, mafê herî bingehîn ê mirovî û hiqûqî ye. Bi heman awayî, berdewamkirina girtina hevalên me yên di zindanê de ku tevî înfaza wan qediyaye bi hincetên cuda azadiya wan tê astengkirin jî nayê qebûlkirin. Bêyî ku polîtîkayên tecrîtê, ferzkirina poşmaniyê û şikandina vînê yên di zindanan de bi dawî bibin, behsa pêşveçûneke rastîn a di warê demokratîkbûn û aştiya civakî de nayê kirin.

‘Werin em xwedî li mafê jiyanê yê girtiyên nexweş derkevin’

Em wekî Girtiyên Apocî, bi hişmendiya parvekirina heman berpirsiyariya dîrokî û nirxên têkoşînê bi hemû hevalên xwe yên ku di zindanan de têkoşîna mafê jiyanê û azadiyê dimeşînin re, em ê têkoşîna azadî û jiyana birûmet li dora vîneke hevpar bidomînin. Li ser vê bingehê, em çalakiya rûniştinê ya bêdem a ku li pêşiya Wezareta Dadê li Enqereyê hatiye destpêkirin, wekî îfadeya berpirsiyariyeke rewa û dîrokî ya ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş û azadiya hemû girtiyan diparêze dibînin. Em bawer dikin ku xwedîderketina civakî ya ku dê li dora çalakiyê pêş bikeve, dê hêzê bide berxwedana hevalên me yên di zindanan de, dengê malbatan xurtir bide bihîstin û daxwaza azadiyê veguherîne vîneke hevpar a civakî.

Ji vir banga me ji bo gelê me û raya giştî ya demokratîk ev e: Werin em xwedî li mafê jiyanê yê girtiyên nexweş derkevin. Em çalakiya ku li Enqereyê hatiye destpêkirin bi tenê nehêlin; wekî jin, ciwan, kedkar, saziyên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan em li dora vê çalakiyê bibin yek. Em yekitiya têkoşîna xwe ya bi hevalên xwe yên ku di zindanan de li ber xwe didin re mezin bikin. Ji ber ku tiştên di zindanan de diqewimin ne tenê pirsgirêka girtiyan û malbatên wan e; berpirsiyariya hevpar a her kesê ku dadwerî, azadî û civaka demokratîk dixwaze ye. Bêyî ku em li benda jiyana xwe jidestdana hevalekî xwe bisekinin, divê em ji bo azadî û mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş vîneke xurt a civakî derxin holê.

‘Dest ji nêzîkatiyên ku pêvajoyê di asta gotinê de dihêlin berdin’

Banga me ya ji bo dewlet û desthilatdariyê jî zelal e: Berpirsiyariyên ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk hewce dike êdî paşve nexin. Dest ji nêzîkatiyên ku pêvajoyê di asta gotinê de dihêlin û pêngavên berçav dirêjî demê dikin berdin. Di serî de girtiyên nexweş ên giran, astengiyên li pêşiya azadiya hemû girtiyan bêyî şert û merc û demildest rakin. Girtiyên nexweş bêşert û merc berdin û mafên wan ên dermankirinê bixin bin mîsogeriyê; girtiyên ku înfaza wan qediyaye serbest berdin û dawî li sepanên nehiqûqî yên di zindanan de bînin. Civakîbûna aştiyê û pêşketina çareseriya demokratîk tenê bi pêngavên berçav ên di vî warî de pêkan e.

Em wekî Girtiyên Apocî, bi hişmendiya parvekirina heman berpirsiyariya dîrokî û nirxên têkoşînê bi hemû hevalên xwe yên ku di zindanan de têkoşîna mafê jiyanê û azadiyê dimeşînin re, em ê têkoşîna azadî û jiyana birûmet li dora vîneke hevpar bidomînin. Li ser vê bingehê em bawer dikin ku xwedîderketina xurt a çalakiya ku li Enqereyê hatiye destpêkirin û yekbûna gelê me ya li dora vê çalakiyê, dê xwedî li berxwedana di zindanan de derkeve û daxwaza azadiyê veguherîne têkoşîneke civakî ya hîn xurtir.

Dema ku em biryardariya xwe ya ji bo bicihanîna berpirsiyariyên ku ji bo avakirina aştî, demokrasî û jiyana azad dikevin ser milê me dubare dikin, em bi eşkereyî diyar dikin ku li hemberî binpêkirinên li ser mafê jiyanê û azadiya hevalên me em ê bêdeng nemînin.”

Etîket: denizkayagirtiyenazadiyegirtiyênnexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

17 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne