• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo girtiyên nexweş di çalakiyê de ne: Divê civak bibe dengê girtiyên nexweş

Mahmût Altintaş / AW

18 MIJDAR 2026 - 09:57
Kategorî: CIVAK, MANŞET, TENDURISTÎ
A A

Enqere – Hevjînê girtiya nexweş Evîn Zapsûyê, Mecîd Zapsû ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş li Enqereyê di çalakiya nobetê de cih girt, ji bo piştgiriya çalakiyê bang li raya giştî kir û xwest civak xwedî li girtiyan derbikeve û bibin dengê girtiyên nexweş.


Malbatên girtiyên nexweş, Komeleya Piştevaniya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û DEM Partiyê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û pêkanîna mafê tenduristiyê ya girtiyan dûh li ber Wezareta Dadê Çalakiya Nobedê ya bê dem dan destpêkirin. Girsê di çalakiyê de destnîşan kir ku heta girtiyên nexweş bên berdan ew dê çalakiya xwe bidomînin. Dayika Girtiya nexweş Newroz Boztaş ku 28 salin di girtîgehê de ye, nexweşiya wê ya Lenfositik Losemî ya Kronîk heye û di 14ê Mijdarê vir de li nexweşxaneyê tê tedawî kirin û rewşa wê giran e Sultan Boztaş û hevjinê girtiya nexweş Evîn Zapsû ku nexweşa penceşêra merheleya 4an de ye û rewşa wê giran e Mecîd Zapsû jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya Nobedê ya ji bo girtiyên nexweş îro jî dê dîsa li ber Wezareta Dadê berdewam bike. Hevjinê Evîn Zapsû Mecîd Zapsû û endama Komîsyona Girtîgehan a OHDê Dîlan Denizhan tekildarî çalakiya nobedê û rewşa girtiyên nexweş axivîn û xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan.

‘Ji ber ku tedawiyeke baş nehat kirin rewşa wê giran bû’

Hevjinê Evîn Zapsû Mecîd Zapsû bi lêv kir ku wan bi armanca berdana girtiyên nexweş dest bi çalakiyê kirinê û wiha axivî: “Em dixwazin girtiyên nexweş bên derman kirin û dawî li tundiya li ser girtiyan were. Evîn çend meh berê ew nexweşî lê hat peyda kirin lê ji ber ku tedawiyeke baş nehat kirin rewşa wê giran bû. Di encama bîopsiyê de teşhis hat kirin û penceşêr hemû laşê wê belav bû ye. Heke baş bihata dermankirin nexweşî ew qas zêde nedibû. Daxwaza me jî ew e ku tedawiyeke baş bê kirin. Ji ber ku tedawiya girtiyan baş nayê kirin her roj cenazeyek ji girtîgehan derdikeve. Hefteya borî Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Girtiya nexweş Newroz Boztaş jî niha li nexweşxaneyê tê derman kirin. Em naxwazin êdî girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin.”

‘Divê civak xwedî li girtiyan derbikevê’

Mecîd Zapsu destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo welat ragirtî ne û ji bo piştgiriya çalakiyê jî ev bang li raya giştî kir: “Heviya me ji civakê ew ê ku piştgiriya çalakiyê bikin. Divê civak bibe dengê girtiyan û dengê girtiyan li hemû dinyayê belav bike. Bila piştgiriya çalakiyê bikin ku zêdetir dengê me derbikeve.

‘Mafê tenduristiyê ya girtiyên siyasî tê binpêkirin’

Endama Komîsyona Girtîgehan a OHDê Dîlan Denizhan jî diyar kir ku girtiyên nexweş bi gelek zext û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Binpêkirina mafan li girtîgehan berdewam dike. Tundiya li ser girtiyan jî her ku diçe zêde dibe. Taybet jî girtiyên nexweş nikarin bigehejin mafê tenduristiyê û ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. Lêgerîna nava dev li gor qanûnên Tirkiye û navneteweyî jî îşkenceye. Lê li girtîgehan ew sepan li ser girtiyên nexweş tê ferz kirin. Ji bo vê îşkenceyê girtiyên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji ber binpêkirina mafê tenduristiyê û tedawiyeke baş nehat kirin Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku mafê tenduristiyê yê Evîn Zapsû û Newroz Boztaş hat binpêkirin rewşa wan giran bû. Li hemû girtîgehan girtiyên siyasî rastî binpêkirina mafan tên. Bi sepaneke keyfî re rû bi rû ne.”

Dîlan Denizhan jî bal kişand ser çalakiya ji bo girtiyên nexweş hatiyê destpêkirin û wiha got: “Ji bo dawî li van sepanên li dijî girtiyên nexweş werin me jî tevî malbatên girtiyên nexweş dest bi çalakiyê kir. Her hefte roja dûşemê ji bo girtiyên nexweş me daxuyanî dida. Lê em dixwazin bi vê çalakiyê dengê xwe behtir bilind bikin. Em bi vê çalakiyê daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin û dibêjin divê demildest mafê wan ê tenduristiyê bi cih were.”

Etîket: AnkaragirtiyênnexweşÎHD û OHDtuayder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyên Apoyî: Divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan

Girtiyên Apoyî: Divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

17 MIJDAR 2026
Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne