Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku serdan girtîgeha Boluyê kiribû derbarê sepanên li girtîgehê de serî li ÎHÎKê da û astengkirina berdana girtiyan û rewşa girtiyên nexweş ji Wezîrê Dadê pirsî.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di 16ê Cotmehê de bi parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn ve serdana girtîgeha Boluyê kiribû, derbarê sepanên Girtîgeha Boluyê de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da û xwest binpêkirina mafê girtiyan, dirêjkirina berdana girtiyên înfaza wan qediyaye û helwesta rêveberiya girtîgehê bê lêkolînkirin. Her wiha Newroz Uysal Aslan derbarê rewşa girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye dirêjkirin; Civan Boltan, Azîz Temel, Zerdeşt Oduncu, Metîn Yamala, Mehmet Akpolat û Levent Cîn de pêşniyarpirs da Wezîrê Dadê Akin Gurlek.
Newroz Uysal Aslan di serledana ÎHÎKê de diyar kir ku wan li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê bi gelek girtiyan re hevdîtin kirine û di hevdîtinan de girtiyan qala gelek binpêkirinên mafên xwe kirin e. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku ji aliyê Rêveberiya Girtîgehê ve weşanên Kurdî tên astengkirin û dest danîne ser tiştên şexsî yên girtiyan.
‘Di salekê de berdana 17-18 girtiyan hatiye dirêjkirin’
Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de binpêkirina mafan a li dijî girtiyan pirsgirêkeke divê bê lêkolînkirin û cih da van agahiyan: “Li gorî agahiyên me girtinê di sala 2026an de berdana nêzî 17-18 girtiyan hatiye dirêjkirin. Berdana girtiyên Tuncay Dogan, Alî Murat Çelîk, Ahmet Ebdî Îbrahîm, Mahîr Ezer, Kenan Karaaslan û Nurettîn Ataman bi hinceta ferzkirina poşmantiyê û cezayên hucreyê careke din 6 mehan hatiye dirêjkirin. Nurettîn Ataman ku 34 sal in di girtîgehê de ye cara 10an, Alî Murat Temel ku 32 sal in di girtîgehê de ye cara 9an, Ahmet Ebdî Îbrahîm jî cara 7an berdana wan hatiye dirêjkirin. Azîz Temel ku 30 sal in girtî ye me li wir hevdîtin kir, berdana wî 3 meh û 10 roj hatiye dirêjkirin. Desteya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehê ji ber ku wî di nameyeke xwe de gotiye birêz Abdullah Ocalan ev yek weke hincet nîşan dane. Her wiha Levent Cîn jî 30 sal in girtî ye û berdana wî ji bo 6 mehan hatiye dirêjkirin.”
Rewşa girtiyên nexweş
Newroz Uysal Aslan anî ziman ku girtiyên nexweş jî nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên tenduristiyê û derbarê girtiyên nexweş de jî ev agahî parve kir: “Girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu li Girtîgeha Bolûyê ye, me li wir hevdîtin pê re kir. Tevî ku ew xwînê vedireşe jî tedawiya wî tenê bi dermanên êşbiriyê kêm dike û revîra girtîgehê ve sînor kiriye. Mehmet Akpolat jî ji ber nexweşiya di lingên xwe de nikare bimeşe û daxwaza wî ya nivînê bi mehan e bi cih nehatiye. Girtiyê nexweş ku muebeda girankirî lê hatiye birîn Ciwan Boltan jî tevî ku gelek nexweşî lê peyda bûne û dema di sermayê de dimîne di dest û lingên wî û poz û guhên wî bandor dibin jî dest danîne ser lepik û kumê wî û odeya wî jî li gorî nexweşiya wî nayê germkirin û bi sermayê re rû bi rû tê hiştin. Beriya niha sobeyek danê û 3 sal berê jî dest danîne ser sobayê. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa di 12ê Sibata 2019an de derbarê cezayê muebeda giran de biryara binpêkirina mafan daye û divê ji aliyê komîsyonê ve darizandina Ciwan Boltan careke din were lêkolînkirin.”
Daxwaz
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku di hevdîtinê de girtiyan ragihandine ku nameyên bi Kurdî bi hincetên werger tune ye tê astengkirin û Îlkê TV û hin qanalên din jî tên astengkirin û nahêlin girtî temaşe bikin. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku bi guherîna rêveberiya girtîgehê ve girtî gelek astengî û binpêkirinan re rû bi rû mane.
Newroz Uysal ev daxwaz rêz kir:
* Divê sepanên rêveberiya girtîgehê, astengkirina mafê agahî vergirtina girtiyan û astengkirina berdana girtiyan bê lêkolînkirin.
* Divê berdana girtiyan ku bi hincetên kêfî û siyasî yên Desteya Rêveberiya Girtîgehan bê lêkolînkirin.
* Divê belge û biryara astengkirina berdana Azîz Temel, Levent Cîn Tuncay Dogan, Mahîr Ezer, Kenan Karaaslan, Alî Murat Çelîk, Ahmet Ebdî Îbrahîm û Nurettîn Ataman were peydakirin û lêkolînkirin.
* Divê ji saziyên berpirs bê xwestin ku ji bo Ciwan Boltan şert û mercên odeyeke germ bê peydakirin û bikaribe xwe bigihîne malzemeyên tibî û her wiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a derbarê Ciwan Boltan de careke din bê lêkolînkirin.
* Divê rewşa tenduristiyê ya Mehmet Akpolat jî bê lêkolînkirin, ketina wî ya ji merdîwenê ku birîndar bûye û berpirsên ku tevî birîndariyê wî xistine odeya yek kesî werin lêkolînkirin.
* Divê sepanên weke astengkirina nameyên Kurdî, desteserkirina pirtûkan û sînordarkirina qanalên televîzyonê ji aliyê hiqûqî ve were lêkolînkirin.
* Divê serpanên girtîgehê ku piştî rêveberî guheriye bê lêkolînkirin.
* Daxwaza parlamenteran a hevdîtina bi rêveberiya girtîgehan re bi cih nebûyê û divê ev yek jî bê lêkolînkirin.
Newroz Uysal Aslan derbarê rewşa girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye dirêjkirin; Civan Boltan, Azîz Temel, Zerdeşt Oduncu, Metîn Yamala, Mehmet Akpolat û Levent Cîn jî ji bo bersiv bide pêşniyarpirs da Wezîrê Dadê Akin Gurlek.













