Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê di 11ê Mijdarê de berdana girtiyên bi navê Mahîr Ezer û Kenan Karaaslan 6 mehan taloq kir. Lijneyê di heman rojê de berdana Tuncay Dogan, Alî Mûrat Çelîk, Ahmet Abdî Îbrahîm, Nûrettîn Ataman jî ji bo 6 mehan taloq kiribû.
Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa Fyê ya Bolûyê bi binpêkirina mafên girtiyên siyasî û taloqkirina berdana girtiyan di rojevê de ye. Hate zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê di 11ê Mijdarê de berdana girtiyên bi navê Mahîr Ezer û Kenan Karaaslan ji bo 6 mehan taloq kiriye. Nehat zanîn ku Lijneyê bi çi hincetê berdana her du girtiyan taloq kiriye. Hate diyarkirin ku Ezer û Karaaslan cara ewil e derketine Lijneyê û biryara taloqkirina berdana wan hatiye dayîn.
Lijneyê di heman rojê de berdana Tuncay Dogan, Alî Mûrat Çelîk, Ahmet Ebdî Îbrahîm û Nûrettîn Ataman jî ji bo 6 mehan taloq kiribû.
Bi vî awayî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê di 11ê Mijdarê de berdana 6 girtiyan taloq kir.








