Xwendekarên Zanîngeha Rojava rê li ber şandeyeke Hikûmeta Demkî ya Şamê girtin û nehiştin ku ji zanîngehê derkevin û nerazîbûn nîşan da û xwest hikûmet dest ji biryara xwe ya derbarê Zanîngeha Rojava de ber de û statuya zimanê Kurdî nas bike. Xwendekaran daxuyanî da û gotin ew ê her dem xwedî li zanîngeha xwe derkevin.
Îro heyetek ji Hikûmeta Demkî ya Şamê bi rêveberiya Zanîngeha Rojava re civîn li dar xist û li ser entegrekirina zanîngehê bi zanîngehên Sûriyeyê re gûtûbêj kir. Piştî civînê xwendekaran nerazîbûn nîşan da û rê li ber heyetê girt, nehiştin endamên heyetê derkevin û daxwazên xwe anîn ziman.
Xwendekaran piştî ku civîn bi dawî bû, şandeyê dorpêç kir, qebûl nekirin ku heta daxwazên wan neyên bihîstin ji zanîngehê derkevin.
Hêrs û xwepêşandana xwendekaran li dijî wê yekê ku naxwazin Zanîngeha Rojava tevli zanîngeha Firatê were kirin. Her wiha xwendekar dixwazin statuya zimanê Kurdî were nasîn û zimanê Kurdî bibe zimanek fermî.

‘Em ê her xwedî li zanîngeha xwe derkevin’
Piştî gengeşiya li zanîngehê, xwendekaran li hewşa zanîngehê daxuyanî da. Li ser navê Zanîngeha Rojava daxuyanî ji aliyê Nesrîn Mihemed ve hate xwendin.
Nesrîn Mihemed destnîşan kir ku Zanîngeha Rojava ne tenê navê saziyekê ye, lê encama têkoşîn, ked û xebatên gelek salan e û wiha got: “Her wiha hebûn û domandina wê, nasnameya neteweyî û taybetmendiya xwe ve girêdayî ye. Em ê li dijî her biryarekê ku taybetmendiya zanîngeha me dike armanc, helwestên xwe bidomînin û ji bo parastina nasname, ziman û hebûna Zanîngeha Rojava têkoşîna xwe bidomînin.‘‘
Nesrîn Mihemed da zanîn ku parastina Zanîngeha Rojava, parastina mafê xwendinê ya bi zimanê zikmakî û mafê gelê Kurd e ku di qadên zanistî û perwerdehiyê de nasnameya xwe biparêze.










