Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ber Midûryeta Tenduristiyê ya Amedê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî budçeya wezaretê ya 2027an da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku polîtîkayên tenduristiyê ne li gorî pêdiviyên civakê ne û kêmasiyên xizmetgûzariya tenduristiyê hatin rexnekirin.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê û xebatkarên tenduristiyê bi boneya nirxandina budçeya Wezareta Tenduristiyê ya sala 2027an li ber avahiya Midûryeta Tenduristiya Bajêr a Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de gelek kedkarên tenduristiyê amade bûn û pankarta “Di budçeyê de kedkarên tenduristiyê, civak û mafê tenduristiyê nîn in” vekirin.
Daxuyaniya ji aliyê endamê SESê Serdar Dîndar ve hate xwendin.
Serdar Dîndar destnîşan kir ku di budçeya sala 2027an de para ku ji bo xizmetên tenduristiyê hatiye veqtandin têrê nake û ji sedî 30yê budçeyê ji bo Wezareta Parastinê hatiye veqetandin, li şûna budçe ji bo xizmeta tenduristiyê û gel were veqetandin. Serdar Dîndar diyar kir ku ew tabloya bduçeyê nenerast dibînin û û divê lêçûna ji bo tenduristiyê were zêdekirin.
Serdar Dîndar di daxuyaniyê de daxwazên ji bo xizmetgûzariya tenduristiyê rêz kir û bi bîr xist ku tenduristî ne tenê nexweşî ye, lê jiyanek bi tenduristî mafekî bingehîn ê mirovî ye û bi şert û mercên wekî aştî, xwarina têr û paqij, ava paqij, perwerde û edaleta civakî ve girêdayî ye.












