• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fabrîqeya HABAŞê bûye goristana karkeran: Di 31 salan de 45 karker mirin e

    Fabrîqeya HABAŞê bûye goristana karkeran: Di 31 salan de 45 karker mirin e

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

    Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 14ê MIJDARA 2026an

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dogan Korkmaz / AW

14 MIJDAR 2026 - 09:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Malbatên girtiyan ku li ser rewşa girtîgehan û derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn, daxwaziya vekirina deriyê Îmraliyê û zindanan kirin û gotin: “Rêberê Gelê Kurd û girtiyên azadiyê bila werin nav gelê xwe.”

Bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, bicihanîna xalên Entegrasyona Demokratîk berdewam dike. Di 10ê Tebaxa 2026an jî ji aliyê parlamentoya Tirkiyeyê ve qanûna çarçoveyî ya ji bo pêvajoyê hate pejirandin û sepandina qanûnê girêdan biryara Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK). Roja ku qanûn di rojnameya fermî de hate weşandin û heta îro ji bo girtiyên doza azadiyê tu pêşketinek çênebûye û binpêkirina mafan hê jî didome.

Malbatên girtiyan ser rewşa girtîgehan û rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Mela bang nede, kes nimêj nake’

Eynê Atabay a ku keça wê ev 30 sal in girtî ye, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev du sal in pêvajo daye destpêkirin û da zanîn ku tenê bi şewitandina çekan çareserî pêk nayê. Eynê Atabay anî ziman ku du sal derbas bû jî lê hê jî dewletê gavekî neavêtiye û wiha got: “Girtî û hevalên me yên ji me dûr, zarokên vî welatî ne û çavê malbatên wan li rêya wan e. Bi hezaran mirovên me derveyî welat in. Daxwaza me ew e ku deriyê heps û zindanan were vekirin. Girtiyên me yên nexweş hene û nikarin pêdiviyên xwe di girtîgehê de pêk bînin. Kilîta aştiyê Serokatî ye, hewce ye deriyê Îmraliyê jî vebe û aştî pêk were. Heta ku mela bang nede kes nimêj nake, heta Serokatî jî neyê tev li gelê xwe nebe û dengê xwe negihîjine wan çareserî pêk nayê.”

Eynê Atabay

‘Partî xilas bû, em ê we jî xilas bikin’

Rengîn Karabûlût a jî ya ku hevjînê wê 12 sal in girtî ye, bal kişand ser sepanên rêveberiyên girtîgehan û got ku li gelek girtîgehan gefxwarina li dijî girtiyan didomin. Rengîn Karabûlût destnîşan kir ku hevalê wê di hucreyê de tenê dimîne û hefteyê 2-3 saetan tenê hevalên xwe dibîne û wiha pê de çû: “Hê jî bi destê lijneyên çavderiyê berdana girtiyan tê taloqkirin. Girtiyekî li Girtîgeha Kavakliyê ya Samsûnê dimîne; ji malbata xwe re gotiye ku rêveberên girtîgehê ji wan ra dibêjin ‘partî xilas bû, em ê we jî xilas bikin û êdî tu kes alikariya we nake, hûn tenê mane’. Gotinên wiha ji hevalên girtî re dikin.”

Rengîn Karabulut

‘Jinên Kurd wê aştiyê bînin’

Rengîn Karabûlût derbarê rêveçûna pêvajoyê de jî diyar kir ku gavên tên avêtin yek alî ne û wiha got: “Qanûnek hate derxistin lê hê jî tu tiştekî berbiçav tune ye. Ev yek di nav gel û girtiyan de jî şikestinekê pêk tîne. Di vê pêvajoyê de ez bawer dikim em jinên Kurd wê aştiyê bînin.”

‘Girtîgeh rewşa nexweşan xirabtir dike’

Burhan Adsiz jî girtiyek nexweş e. Reşît Adsiz jî diyar kir ku birayê wî girtiyek nexweş e û li ser rewşa birayê xwe axivî û da zanîn ku birayê wî di girtîgehê de nikare pêdiviyên xwe pêk bîne, divê hevalên wekî wî nexweş demildest bên berdan. Reşît Adsiz diyar kir ku birayê wî di 2016an de hatiye binçavkirin û nezêkî salekî di girtîgehê de ma û got: “Wê demê nexweşiya sîrozê lê hebû û sewqî Saziya Tiba Edlî hate kirin. Tiba Edlî raporek derxist û got di vê rewşê de nikare di girtîgehê de bimîne û hat berdan. 5-6 salan li derve ma û piştre cezayê wî hate erêkirin, bi destê Dadgeha Bilind dîsa hate girtin. Dîsa Tiba Edlî raporek derxist û got nikare girtîgehê de bimîne û hate berdan, lê 3 meh piştre dîsa girtin. Ev 3 sal in di girtîgehê de ye, gelekî zehmetiyan dikişîne û nexweşiya wî roj bi roj giran dibe. Daxwaza me ew e ku hevalên wek wî nexweş hemû werin berdan. Tu dewlet wekî vê dewletê nîne, mafê girtiyan jî hene û divê ev maf werin naskirin. Demildest divê dewlet jî gavan biavêje, bi yek alî tu tişt pêş ve naçe. Êdî bes e, heta kengî wê wiha biçe?”

Reşît Adsiz
Etîket: 56 girtîgehAbdullah Ocalangirtigirtiyên nexweşmalbatên girtiyanPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

11 MIJDAR 2026
‘Girtiyê nexweş dimirin, divê tavilê werin berdan’

‘Girtiyê nexweş dimirin, divê tavilê werin berdan’

11 MIJDAR 2026
Li Semsûrê bang kirin: Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan

Li Semsûrê bang kirin: Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan

11 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne