MATUHAY-DER ji bo girtiyên jin li Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê mafê jiyanê were parastin û hate gotin ku; Jin damezirînerê pêvajoya ku em tê de derbas dibin in. Jin ne li pişt diwarên girtîgehan divê di nava civakê û her qada jiyanê de vîna aştiyê ava bikin. Ji Evîn Zapsû, Pinar Tîkît, Havva Ak, Hatîce Yildiz, Fatma Tokmak û Çîgdem Ozlu tevahî jinan re azadî.”
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ji bo berdana girtiyên jin li pêşiya Edliyeya Çaglayanê ya navçeya Kagitxaneya Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên TUHAYDER, Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê tehliyeyê nayê astengkirin” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Elîf Taşdogen ve hate xwendin.

‘Divê tevahî hevalên me demildest werin berdan’
Elîf Taşdogen diyar kir ku ew nêzî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan dibin û got: “Ji bo balê bikişînin tundiya li ser jinan ku li her qadê jiyanê pêk tê hatine gel hev. Tundiya li dijî jinan ne tenê di nava malan de pêk tê. Vîn, nasname, azadî û mafê jiyanê ya jinan li qadê tê tunekirin. Îro li girtîgehan de jinên nexweş ji bo xwegihandina mafê tenduristiyê têdikoşin. Tevahî ku cezayên wan bi dawî bibe jî nayên berdan. Îro mînaka herî berbiçav Evîn Zapsûyê ku li Girtîgeha Qeyserî Bunyanê tê ragirtin e. Ev nêzî 10 sal e Evîn Zapsû girtî ye û nexweşiya KOAHê ye. Ligel nexweşiyên xwe jî tedawiya wê baş nayê kirin. Divê Evîn Zapsû demildest were berdan û tedawî bibe. Mînakê din jî Pinar Tîkît e. Pinar Tîkît ji sala 2014an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. Di mejiyê Pinar de kîsta araknoid heye. Tedawîkirin û tehliyekirina wê ji hêla Lijneya Çavderî û Îdareyê ve 3 caran hate taloqkirin. Diviya bu ku Pinar Tîkît di 5ê Mijdarê bihata berdan lê berdana wê hate taloqkirin. Havva Ak nexweşiya penceşerê ye, Hatîce Yildiz 77 saliye û li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, Fatma Tokmak li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, nexweşiya dil pê re heye û Çîgdem Ozlu li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin û gelek nexweşiyên wê hene. Ev hevalên me ligel ku nexweşin jî nayên berdan. Bes ev tenê mînak in. Divê tevahî girtiyên nexweş werin berdan.
‘Jin damezirînerê pêvajoya ku em tê de derbas dibin in’
Elîf Taşdogen got ku divê berdana girtiyên jin ên nexweş ne girêdayî pêvajoyê be û wiha axivî: “Ji ber ku mafê jiyanê girîng e û vicdanî ye, divê mafê jiyanê were parastin. Jin damezirînerê pêvajoya ku em tê de derbas dibin in. Ji ber wê divê jin azad bibin. Jin ne li pişt diwarên girtîgehan divê di nava civakê û her qada jiyanê de vîna aştiyê înşa bikin. Aştiya ku jin tê de tune be civakî nabe. Ji Evîn Zapsû, Pinar Tîkît, Havva Ak, Hatîce Yildiz, Fatma Tokmak û Çîgdem Ozlu tevahî jinan re azadî.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.


















