Serok û rayedarên dewletan li Antalyayê ji bo parastina avhewayê sozên nû didin, lê li ser petrol, xaz û aboriya nakok a li ser avhewayê didome. Kes û çalakgerên ekolojiyê dixwazin li şûna sozên tên dayîn ji bo parastina ekolojiyê, sotemeniyên fosîl werin berdan, sepanên xwezayê qirêj dikin werin bidawîkirin û sozên tên dayîn jî bikevin meriyetê.
Konferansa 31emîn a Neteweyên Yekbûyî ya Guhertina Avhewayê (COP31) ku di navbera 9 û 20ê Mijdarê de li Antalyayê tê lidarxistin. Konferans di roja pêncemîn de bi nîqaşên ser parastina xwezayê û başkirina avhewayê didomin. Di konferansê de ji bo dawîkirina bikaranîna sotemeniyên fosîl, zêdekirina enerjiyên nûjen û zirarê nadin xwezayê bang tên kirin, peyam tên dayîn lê belê nakokiyên di navbera gotin û kirinê jî bi hemû nakokiya xwe ve li ber çav e.
Sozên siyasî û nakokiyên li ser enerjiyê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li dewletan kir ku ji nîqaşê derbasî pêngavên pratîkî bibin û ji bo vê jî nexşerêyekê amade bikin. Herwiha Guterres xwest ku dewletên xwezayê qirêj dikin, bila paqij bikin, ji bo vê yekê jî divê danekirinên malî li ser van dewletan werin sepandin.
Serokê Brezîlyayê Lula da Silva jî bang li dewletan kir ku ji petrol, komir û gazê dûr bikevin. Heyeta Brezîlyayê li Antalyayê nexşeyeke rê ji bo derbasbûna ji sotemeniyên fosîl eşkere kir û daxwaz kir ku dewletên din jî tevlî vê pêvajoyê bibin. Lê hin dewletên hilberînerê petrol û gazê li dijî derbasbûna bilez ji van çavkaniyan rawestiyan. Nûnerê Venezuelayê mafê welatê xwe yê hilberîna petrolê parast. Ev yek nîşan dide ku dewlet ji kêmkirina sotemeniyên fosîl bêhtir ji bo parastin û pêşxistina bazara petrolê tev li konferansê dibin.
15 milyar dolar ji bo enerjiya nûjen
Tirkiye û Çîn hevkariyeke hilberîna enerjiyê de peymanek îmze kirin. Li gorî agahiyên hatine eşkerekirin, ev hevkarî ji bo avakirina santralên bayî û rojê, depokirina enerjiyê û xetên veguhastina elektrîkê hatiye kirin û 15 milyar dolar ji bo vê yekê hatiye veqetandin. Lê belê her di serî de Çîn, Tirkiye jî di nav dewletên ku herî zêde xwezayê qirêj-texrîb dikin de cih digirin.
Di civîna 12ê Mijdarê de, ji bo kêmkirina metan û gazên din ên ku dibin sedema germbûna cîhanê jî sozên nû hatin dayîn. Li gorî vê yekê Neteweyên Yekbûyî (NY) dê zêdetirî 480 milyon dolar piştgiriyê bide.
Greta Thunberg: Kes nayê û me rizgar nake
Çalakvana ekolojiyê ya Swêdî Greta Thunberg li Antalyayê helwest û nêzîkatiyên dewletên tev li konferansê bûne rexne kir û got ku konferansên COPê bûne cihên sozdayînê û got: “Cîhan namire, lê tê kuştin. Em yên ku dikuje dizanin.”
Gel jî cîvîna xwe ya avhewayê li dar dixin
Li kêleka konferansa fermî, ji 14ê heta 18ê Mijdarê li Antalyayê dê Civîna Avhewayê ya Gelan li Antalyayê were lidarxistin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin zêdetirî 100 nûnerên welatan û zêdetirî 300 saziyên civaka yên sivîl dê tevlî vê civînê bibin. Di bernameyê de nêzî 150 panel, forum û atolyeyên li ser mafên xweza, derketina ji sotemeniyên fosîl, demokrasiyên enerjiyê, aşitî û çandiniya ekolojîk hene.
Di 14ê Mijdarê de jî bi dirûşma “Em jiyanê diparêzin” dê meşeke girseyî were lidarxistin. Sendîka û rêxistinên civakî jî di civîna xebatê de li ser mafên karkeran, xizaniya enerjiyê û veguherîna dadperwer nîqaşan dikin.
Herwiha rapora nû ya Rêxistina Şopandina Çalakiya Avhewayê (Climate Action Tracker) ya 12ê Mijdarê hişyarî da ku ger polîtîkayên heyî bidomin, germahiya cîhanê heta dawiya sedsalê dikare 2,7 pile zêde bibe. Raporê destnîşan kir ku sozên heyî yên dewletan ji bo gihîştina armanca 1,5 dereceyê ne bes in.
COP31 dê heta 20ê Mijdarê bidome. Hê jî danûstandinên fermî didomin û biryarên dawî nehatine eşkerekirin. Di vê pêvajoyê de dê diyar bibe bê ka sozên dewletan dê çiqas bibin gavên pratîkî.













