Qers – Asya Vargun û Ayşe Anci ku li Bajarokê Bazarcixa Qersê qazan xwedî dikin destnîşan kirin ku taybetmendiya qazên Qersê ji erdnîgariya wê tê û wiha gotin: “Qazên me di mêrgan de diçêrin û avên cemidî vedixwin. Em debara xwe bi qazan dikin.”
Xwedîkirina qazan li Qersê kevneşopiyeke kevnar e. Qaz curekî çûkên avê ne û şert û mercên ernîgeriya Qersê ji bo qazan dibe derfeteke mezin ku qaz têde werin xwedîkirin. Li vir qaz li mêrg û zozanan diçêrin, di nav çem û golên li vir de dijîn. Li Qersê qazên spî û gewr hene. Yek ji sembolên Qersê qaz in û qazên li vir bi nav û deng in. Gelek welatiyên Qersê jî debara xwe li ser xwedîkirina qazan dikin. Li Bajarokê Bazarcixê ya bi ser navçeya Dîgora Qersê ve Asya Vargun û Ayşe Anci qazan xwedî dikin û debara xwe pê dikin.
Asya Vargun û Ayşe Anci li ser taybetmendiya qazên Qersê û xwedîkirina qazan axivîn.
Qazek di 6-7 mehan de mezin dibe
Asya Vargun ku bi salane ji bo debara malbata xwe qazan xwedî dike destnîşan kir ku qazek di navbera 6-7 mehan de mezin dibe û wiha got: “Dema ku berf dihele qaz dikeve qupikê. Piştî mehekî têjikên wan çêdibin. Em bi awayek rind lê mêze dikin. Nan û av didin wan û giha diçînin tînin didin wan. Heta ku dikaribin derkevin derve em li malê xwedî dikin. Piştre berî mêrgan didin û diçêrin. Avên gundên me ji bo qazan xweş e. Em ji bo debara xwe qazan xwedî dikin.”
Qazên mêrgên zozanan cuda ne
Ayşe Anci jî anî ziman ku qazên wan li mêrgên zozanî diçêrin û ji ber ava zozanan vedixwin, bi xwezayî mezin dibin. Ayşe Anci da zanîn ku qaz di meha Adarê de hêk dikin, divê qaz heta dawiya meha Gulanê li ser hêkê xwe rûnên û heke wisa nebe hêkên wan xira dibin. Ayşe Anci diyar kir ku celebek qazên wê hene ku ew li ser hêkan rûnanên û vê carê ew şamiyan-cûlixan didin ser hêkên wan.
‘Destê min ji xwedîkirina qazan nabe’
Ayşe Anci bi lêv kir ku kêfa wê ji xwedîkirina qazan re tê û wiha got: “Tu li qazan çiqas baş binêrî ewqas jî hêk dike. Celebekî qazên mehe heye di salê de 80 hêkan dike. Par bi qasî 50-60 qazên me hebûn. Îsal nexweşî ketiye nav qazan û gelek qazên min mirin. Niha bi qasî 40 qazên me hene. Em bi qazan debara mala xwe dikin. Çar zarokên min dixwinin, ez bi xwedîkirina qazan hewcedariyên wan distînin. Pir kêfa min ji qazan re tê ku pê re mijûl dibim. Dewarên me tune ne, em jî bi qazan debara xwe dikin.”


















