Wan – Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê Mîr Bahaddîn Demîr bal kişand ser projeyên talankirina xwezayê ên li Serhedê û got: “Şîrketên navneteweyî dest danîne li ser welatê me.” Demîr da zanîn ku saziyên dewletê biryarên dadgehan nas nakin û diyar kir ku sazî hewl didin bi projeyên maden û HESan bîra dîrokî ya gelê Kurd di bin bendavan bihêlin û talanê bidomînin.
Di salên dawî de li herêma Serhedê, li hewzeya Gola Wanê, qûntarên çiyayên Sîpanê û Nemrûda ên li Bedlîsê û Geliyê Zîlanê gelek rûxset ji bo kanên madenan hatine dayîn. Bi taybetî ji bo madena kevirê pîrketê (bîms) çiyayên Serhedê tên hêrandin û talankirin û hatine dorpêçkirin. Teqandina dînamîtan a ji bo avakirina kanên madenan, rêya kaniyên hezar salî yên Serhedê diguherîne û ev yek dibe sedema ziwabûnê. Ligel krîza avhewayê jî kêmbûna avê bandora xwe li ser golên weke Arîn, Nazîk û Nemrûdê yên Bedlîsê jî kiriye. Di heman demê de piştî kêmbûna ava Gola Wanê li beravên golê mîkrobîyalît derketine holê, ji ber bêavbûnê mîkrobîyalît jî ber bi xirabûnê ve diçin.
Li ser çem û kaniyên ku diherikin Gola Wanê jî gelek projeyên HES û bendav hatine çêkirin. Ev jî bandoreke din li ser ziwabûna golê dike. Bi taybetî projeyên HESê yên Geliyê Zîlanê texrîbateke mezin didin xwezaya li gelî û çem û kaniyên li gelî jî ava wan kêm dibe. Bi talankirina xwezayê re rê li ber felaketên ziwabûna avê û çikandina ava golan vedike û sermayedar û rayedarên desthilatê dixwazin bi gotina “krîza awhewayê” vê talanê bidin jibîrkirin.
Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê Mîr Bahaddîn Demîr derbarê talana xwezayê û projeyên tên çêkirin de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Bi hezaran rûxsetên madenê hatine dayîn’
Mîr Bahaddîn Demîr da zanîn ku sala çûyî qanûna bi hejmara 7554an li parlamentoyê hate çêkirin û piştî sazkirina vê qanûnê projeyên talana xwezayê zêde bûn. Mîr Bahaddîn Demîr diyar kir ku ev qanûn destûra projeyên madenan bêyî rapora ÇEDê dide û wiha got: “Vê qanûnê bandoreke mezin li ser erdnîgariya Kurdistanê kir. Bi destê vê qanûna 7554an, bi hezaran rûxset ji bo kanên madenê hatine dayîn. Flora û faunaya herêma Serhedê gelekî dewlemend e. Hewzeya Behra Wanê, Dîyadîn û Geliyê Zîlanê yên dewlemend di bin bandora krîza avhewayê de ne.”
‘Axa me dane şîrketan’
Mîr Bahaddîn Demîr bal kişand ser şîrketên madenan ên navneteweyî û kanên bîmsê yên ku li herêma Serhedê hatine avakirin û wiha pê de çû: “Şîrketên navneteweyî dest danîne ser welatê me. Li herêma Erdîşê madenên bîmsê hene, nêzikî 36 kan hatine avakirin. 36 kanên madenê ji bo pêdiviya gel in yan ji bo firotina derveyî welat in? Kanên madenê yên bîmsê ava binerd diguherînin û dibin sedema bîrên li ser rûyê erdê. Erdnîgariya me, ji sedî 70ê dane şîrketan. Şîrket li gorî kêfa xwe dikarin bikolin û kanan ava bikin. Ev jî bi rêya qanûna 7554an pêk tê. Piştî vê qanûnê, her kesek dikare ekskavatorekê bistîne û bikeve di nav xwezayê û li madenan bigere. Her wiha dikarin bi rêya îstîmlaqkirinê xanî û erdên we jî bikin yên dewletê û tê de li madenan bigerin.”
‘Rojê 65 ton ava qirêj tev li Gola Wanê dibe’
Mîr Bahaddîn Demîr bi bîr xist ku wan li dijî projeyên bendavên avê yên Geliyê Zîlanê doz vekiribûn û dadgehê serlêdana betalkirina projeyê qebûl kiribû. Mîr Bahaddîn Demîr destnîşan kir ku ji ber lawazbûna pêkanîna hiqûqê, dezgehên dewletê gûh nedane vê biryarê û projeyên xwe domandibûn û ev yek anî ziman: “Herêma me, axa me di bin xetereyeke mezin de ye, hem ji ber madenan hem jî ji ber rewşa hewzeya Gola Wanê. Rojê 65 ton ava qirêj tev li Gola Wanê dibe û li ser ekolojiya behrê bi neyînî bandorê dike. Li Tirkiyeyê guh nadin hiqûqê, biryarên dadgehan bi cîh naynin. Dihat xwestin ku li Geliyê Zîlan bendavên avê werin avakirin. Lê me doz vekir li dijî vê yekê û dadgehê di biryara xwe de xweza parast û li dijî bendavê sekinî. Mehek beriya niha bi hinceta avdanê qenalek hate avakirin û qenal anîn xistin nava Geliyê Zîlan, li ser sûlava Dûcanê. Wan dikaribû avê ji bendava Koçkopru bînin û ew der kîlometreyekê dûrî cihê avdanê ye. Lê ew çûn 30 km dûrtir, bendava Morgedîkê anîn ji bo ku ranta xwe bimeşînin. Ekosîstema Geliyê Zîlanê û Sûlava Dûcanê xera kirin û qenal di wê derê de derbas kirin. Dezgehên dewletê yên wekî DSÎyê li ser rantê dimeşin. Ji xwe li 30 km dûrtir jî av nîn e. 7 hezar hektar erd tê avdan û ew dixwazin 12 hezar hektaran lê zêde bikin. Lê ev ne pêkan e, ji ber ku krîza avhewayê hêza xwe zêde kiriye û av kêm e. Av tune, lê qenal heye.”
‘Dixwazin bîra civakê di bin bendavan de bimîne’
Mîr Bahaddîn Demîr diyar kir ku dewlet bi van projeyan dixwaze bîra civakê bide jibîrkirin û bê bîr bihêle û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin bi kuştina xwezaya me bîra me bikujin û gelê Kurd ji wê derê koçber bikin. Dixwazin ev bîr bimire û bikeve binê bendavan. Ev şîrket ne şîrketên Tirkiyeyê ne, tev ên navneteweyî ne. Ji me re ew qas maden hewce nîn e. Gelê Kurd hişyar e û xwedî paradîgmaya ekolojiyê ye. Divê em ji îro şûn ve welatê xwe û xwezaya xwe biparêzin. Ger em neparêzin, wê jiyana me û xwezaya me bikujin.”













