* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî polîtîkayên tunehesibandin û bişaftinê yên netew dewletan çareseriya entegrasyona demokratîk li pêş dixe û dibêje, “Kok nebe hebûn nikare bibe xwedî statu. Heke komar demokratîk nebe Entegrasyona Demokratîk jî çênabe. Entegrasyon berovajî bişaftinê qebulkirina hevdu ye û rêzgirtina li hemberî mafên hev e.”
* Hevberdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê Mîr Bahaddîn Demîr bal kişand ser projeyên talankirina xwezayê ên li Serhedê û got: “Şîrketên navneteweyî dest danîne ser welatê me.” Demîr da zanîn ku dezgehên dewletê biryarên dadgehan nas nakin û hewl didin bi projeyên maden û HESan bîra dîrokî ya gelê Kurd di bin bendavan û talanê de bihêlin.
* Abdurrahman Bartin di salvegera qetilkirina lawê xwe Îslam Bartin de ku di 12ê Mijdara 2005an de di dema şermezarkirina bûyerên Şemzînanê yên li Geverê de di gulebarankirina hêzên dewletê de hatibû kuştin, anî ziman ku dosyeyên 17-18 kesan kirine yek û serî li ÎHDê dane ku hemû bên zelalkirin.
* Evîndar û Fatma Kiliçarslan ku xwişkên hev in, di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Her du xwişkan jî soz dane hev ku heta mirinê wê li cem hev bin.
* Asya Vargîn û Ayşe Ancî ku li Qersê qazan xwedî dikin destnîşan kirin ku taybetmendiya qazên Qersê ji erdnîgariya wê tê û wiha gotin: “Qazên me di mêrgan de diçêrin û ava Erezê vedixwin ji ber wê jî goştên wan xweş dibe.”
* Bi pêşengiya TUAY-DERa Êlihê dê bi dirûşmeya “Ji jinên girtî re azadî” li pêşiya Edliyeya Êlihê daxuyanî bê dayîn. (13:30)











