Aydin Kûdat ê ku berdana wî 6 caran hatibû taloqkirin piştî 34 salan hat berdan.
Aydin Kûdat ê ku berdana wî ji aliyê Lijneya Lênêrînê ve 6 caran hatibû taloqkirin şevê din piştî biryara lijneyê ji Girtîgeha Tîpa T ya Karabukê hat berdan. Aydin Kûdat ê ku 34 sal in girtî bû dê îşev bi balafirê ji Stenbolê ber bi Amedê ve bikeve rê.
Aydin Kûdat di sala 1992yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn. Aydin Kûdat ê ku diviya di 6ê Îlona 2022yan de hatibûya berdan ji ber ku ferzkirina ‘poşmantî’ qebûl nekir berdan wî 6 caran hat taloqkirin.













