• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    Karasu: Sedsala 21an sedsala Kurdan e

    SAMER: Welatî dixwazin tev li pêvajoyên biryardayînê bibin lê ji pêkanînê bêbawer in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    Aydin Kûdat piştî 34 salan hat berdan

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    ‘Dema ez şehîd ketim Ala Rengîn deynin ser darbesta min’

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

    Karasu: Sedsala 21an sedsala Kurdan e

    SAMER: Welatî dixwazin tev li pêvajoyên biryardayînê bibin lê ji pêkanînê bêbawer in

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

Navenda Nûçeyan / AW

12 MIJDAR 2026 - 11:12
Kategorî: ROJANE
A A
TAJÊ bi boneya 11emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ragihand ku bi saya felsefe û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi têkoşîna şervanên azadiyê û şehîdan, pêşî li qirkirinê hatiye girtin û got: “Em di vê roja rizgarkirinê de, diyar dikin ku wefadariya me ya herî mezin, avakirin û parastina Şengaleke azad e.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 11emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek nîvîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi saya felsefe û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi têkoşîna dîrokî ya şervanên azadiyê û şehîdan, pêşî li qirkirina Ezidiyan hatiye girtin.

Daxuyaniya nivîskî wiha ye:

“Em 11emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, di serî de li gelê xwe yê berxwedêr, li hemû şehîdên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin.

Em di şexsê fermandarên mezin ên weke Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Egîd Cîvyan, Şehîd Berfîn Nurheq, Şehîd Berxwedan, Şehîd Nûjîn Amed, Şehîd Dijwar, şehîd Nûjiyan Erhan, Şehîd Zekî û Şehîd Seîd de, hemû şehîdên ku ji bo rizgarkirina Şengalê canê xwe fedakirine û pêşengî ji vê destanê re kirine, minetdarin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di 3ê Tebaxa 2014’an de, civaka me bi fermaneke qirker û hov re rû bi rû ma. Bi vê fermanê re, bi hezaran mirovên me neçar man ku ji cih û warên xwe koçber bibin û bedelên pir giran bidin. Di serî de dayik û keçên me yên Êzidî, bi hezaran jin ketin destê hovîtiya DAIŞ’ê û birînên kûr di hiş û dilê me de hatin vekirin. Lê belê, bi fikir û keda Rêber Apo û bi hewldana dîrokî ya gerîlayên azadiyê, pêşî li vê qirkirinê hat girtin. Em di vê roja rizgarkirinê de, fedakarî û keda wan a pîroz bi bîr tînin û diyar dikin ku wefadariya me ya herî mezin, avakirin û parastina Şengaleke azade.

‘TAJÊ nasnameya azad û vîna serbixwe ya jinên Êzidî derxist holê’

Di vê fermanê de êş û zilma herî giran li ser milê me jinan bû. Ji bo ku civaka me careke din bi karesatên wiha re rû bi rû nemîne, me hêz û rêxistinbûna xwe ya parastinê û saziyên xwe yên civakî ava kirin. Ev 12 sal in em birînên xwe dipêçin û hewl didin pêşî li fermanên nû bigirin. Di vê çarçoveyê de, weke TAJÊ me xebatên pir girîng meşand û me nasnameya azad û vîna serbixwe ya jinên Êzidî derxist pêş.

Îro li herêmê şerekî dijwar û aloz diqewime. Dewletên herêmê di nava qeyranên kûr de ne; tûjkirina nijadperestî û olperestiyê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji vê rewşa aloz, berî her kesî jin zirarê dibînin û tundiya li ser wan zêdetir dibe. Weke jinên Êzidî ku me bedelên pir giran dane, em bang li hemû hêzên demokratîk, azadîxwaz û xwedî wijdan dikin ku piştgiriya xwe ya bi jinên Êzidî û Şengalê re xurtir bikin.

Her wiha, em bang li dewleta Iraqê dikin ku li hemberî êş, daxwaz û birînên civaka me berpirsiyartir nêzîk bibe. Hîn jî bi hezaran jin û zarokên me winda ne û aqûbeta wan ne diyare. Ji ber vê yekê, pêwîste dewleta Iraqê bi lezgînî van gavan bavêje:

1-Jenosîda ku li ser civaka me hatî meşandin bi awayekî fermî nas bike.

2-Ji bo dadgehkirin û hesab pirsîna ji sûcdaran bikeve nava tevgerê.

3-Ji bo zelalkirina aqûbeta însanên me yên winda, komîsyonên çalak ava bike.

Dema ku Rêber Apo pêvajoya avakirina Civaka Demokratîk da destpêkirin, ji bo me jî qonaxeke nû ya nûbûn û xwebûnê destpê kir. Îro bi saya keda Rêber Apo û xwîna şehîdên me, em gihîştine îradeyeke mezin a parastinê û têkoşîneke bêhempa. Eger îro dewleta Iraqê cara yekem vîn û saziyên parastinê yên civaka me qebûl kiribe, ev yek berhema vê têkoşîn û berxwedanê ye.

‘Divê Iraq rêveberiya xweser a Şengalê bi fermî nas bike’

Lê em baş dizanin ku misogeriya herî mezin a pêşeroja me, tenê hêz, vîn û rêxistinbûna civaka me bixwe ye. Ji ber vê yekê, divê dewleta Iraqê tenê bi entegrasyona leşkerî sînordar nemîne; di heman demê de entegrasyona demokratîk a sazî û rêveberiya xweser a Şengalê jî bi fermî nas bike. Her wiha, ji bo misogerkirina mafên jinan li seranserê Iraqê û misogerkirina mafên jinên Êzidî, divê di qadên siyasî û qanûnî de guhertinên bingehîn çêbike û gavên demokratîkbûyînê bavêje.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), heya ku îradeya gelê me bi temamî were naskirin, ferman bi fermî bibe jenosîd û aqûbeta hemû windayên me zelal bibe, emê têkoşîn û berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.”

Etîket: daxuyanînaskirinTAJÊVin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Cîhan Celo: Di dîrokê de cara yekem Êzidî bi awayekî fermî tên naskirin

Cîhan Celo: Di dîrokê de cara yekem Êzidî bi awayekî fermî tên naskirin

7 MIJDAR 2026
Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

2 MIJDAR 2026
Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

1 MIJDAR 2026
Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji doza Kerboranê bernadin

31 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Cîhan Celo: Di dîrokê de cara yekem Êzidî bi awayekî fermî tên naskirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne