• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

    ‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

    Berdana Zubeyîr Îdem ê 30 sal in girtî ye dîsa hate dirêjkirin

    Berdana Zubeyîr Îdem ê 30 sal in girtî ye dîsa hate dirêjkirin

    Hejmara kesên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan derket 19an

    Hejmara kesên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan derket 19an

    ‘Girtiyê nexweş dimirin, divê tavilê werin berdan’

    ‘Girtiyê nexweş dimirin, divê tavilê werin berdan’

    Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

    Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

    Xwest muameleya xirab li dijî girtî Mehmet Huseyîn Meral bê lêkolînkirin

    Xwest muameleya xirab li dijî girtî Mehmet Huseyîn Meral bê lêkolînkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

Serhat Toptaş - Sema Gezîcî / AW

11 MIJDAR 2026 - 09:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Qers – Avahiyên dirokî yên ji Ûrisan mane bi avahîsaziya xwe ya balkêş Qersê dixemilînin. Gelek kes bi taybetî ji bo dîtina xaniyên bi avahîsaziya Baltiqê hatine çekirin, berê xwe didin xaniyên dîrokî.

Li navenda Qersê avahiyên ji aliyê Ûrisan ve hatine çekirin hene û ev avahî xemleke cuda didin bajêr. Gelek kes taybetî ji bo van avahiyan bibînin tên bajêr. Di navbera salên 1877-1978an de Qers dikeve deste Ûrisan û 40 salan di destê Ûrisan de dimîne. Ûris di van salan de li Qersê dest bi avahîsaziyeke nû dikin û li taxên Yusufpaşa, Ortakapi û Cumhuriyetê yên Qersê bi avahîsaziya Baltiqê ya bakurê Rûsyayê dixin meriyetê. Di vê demê de Uris avahîsazên ku ji Holandeyê tînin, di avahîsaziya bajêr de dibin pêşeng.

Mîmariya avahiyên Qersê

Li gor agahiyên Gerînêndetiya Çand û Tûrîzmê ya Qersê hatine bidestxistin, Ûrisan ev avahîsazî bi palansaziya grîd çêkiriye û kolanên wê fireh in. Li gor mîmariya Baltiqê avahî bi kevirên bazaltê ku bi avayeke çargoşe hatine birîn, hatine çekirin. Avahî gelemperî yek an jî du qat hatine çekirin, lê weke îstisna sê qat jî hene. Eniyên van avahiyan stûnên destçêkirî lêkirine û bi kevirên neqşandi ve hatine xemilandin. Hindirê van avahiyan jî ji korîdorên dirêj pêk tê û di van korîdoran de ode û eywanan hene. Wekî din tiştê ku di nav van avahiyan de bal dikşîne pergala germkirinê ye. Ev avahî bi argûnên bi navê PEÇ ên di nava malê de tên germkirin û ev argûn xweşikbûna xaniyan zêdetir dikin.

Avahî piranî kargeh û saziyên dewletê ne

Bi qasî 190 avahî hatine tescîlkirin û di bin parastina Wezareta Çandî û Turizmê de ne. Piraniya van avahiyan di bin milkiyeta kesayetan de ne û gelek ji van avahiyan jî ji aliyê saziyên dewletê ve tên bikaranîn. Tiştekî bal dikşîne jî ev e ku piraniya van avahiyan kirine kargehên bazirganiyê û ev avahî kirine cafe û firoşgehên tiştên cur bi cur. Ji van avahiyan yên herî xweşik jî ji bo saziyên dewletê tên bikaranîn. Ev avahî di kolanên fireh de hatine çêkirin û derdorê van xaniyan darên hatine danîn, taybetî di dema payîze de dîmenên bêhempa derdixin holê. Gelek kes jî ji bo van avahiyan bibînin ji bo geştê tên Qersê. Ev avahî bi hemû xweşikbûna xwe ve li herberî hev rêz dibin. Ji ber ku di wext de li van avahiyan baş nenêrîne, gelek ji van avahiyan zirar dîtine. Gelê Qersê jî dibêje ku “Ûrisan ev avahî çekirin, lê kes xwedî li van derneketin û di bajêr de tiştek lê nehate zêdekirin”.

Çend mînakên xaniyên dîrokî yên li Qersê wiha ne:

* Avahiya Defterdariyê (Qesra Hikûmetê ya Kevn) ji 3 qatan pêk tê, bi xemlandinên kartûşê û şaneşînên xwe yên li quncikan balkêş e.

* Mizgefta Fethiyeyê (Dêra Alexander Nevskî ya Kevin), ji aliyê Ûrisan ve wekî dêr hatiye avakirin, lê piştre hatiye veguherandin û dêr kirine mizgeft.

* Mala Hekîm a Kevin, Avahiyeke dîrokî ye ku xwediyê xemlandinên Barokê ye û îro wekî oteleke butîk tê bikaranîn.

* Qesra Walîtiyê ya 2yemîn (1883), bi plana şêweyê L hatiye çêkirin û di pêvajoya Peymana Qersê ya 1921an de ku di navbera Hikûmeta TBMMê û Komarên Kafkasyayê hatiye îmzekirin de roleke girîng lîstiye.

* Avahiya Midûriyeta Tenduristiyê (1907), di serdema xwe de wekî nexweşxane hatiye avakirin.

* Mala Topçiyan, yek ji avahiyên kevirî yên serdema Çar ê ku bi taybetmendiyên xwe yên balkêş ên enî û planê derdikeve pêş.

* Dêra Ûrisan a Kevin, dêreke dîrokî ye ku ji serdema Çar maye.

Etîket: avahîsazîBarokdîrokÛrisXaniyên Qersê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Ji Harpagos ve Kurd leşkertiya fermandarên cuda dikin

Abdullah Ocalan: Ji Harpagos ve Kurd leşkertiya fermandarên cuda dikin

3 MIJDAR 2026
Şaredarîya Çêrmûgî ya AKP’yî dormeyê Pirdê Haburmanî yê tarixî pak nêkena!

Pira Habûrmanê: Şaredarî divê kontrol û paqij bike

22 COTMEH 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

7 ÎLON 2026
Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

1 ÎLON 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne