* Bûyerên 9ê mijdara 2005an ên Şemzînanê ku bi bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmût dest pê kirin, ne tenê êrîşeke li ser dikanekê bûn; ev nîşaneya eşkere ya pergala çete û şerê taybet bû. Di salvegera bombekirina Pirtûkfiroşa Ûmût de Şaredarê Şemzînanê yê DEHAPê yê wê demê Hurşît Tekîn ku bi xwe di nava bûyeran de bû û birîndar bibû got: “Me li Şemzînanê stûyê êrişkaran girt, lê hesap ji wan nehate pirsîn.”
* Hunermend Şahê Bedo bal kişand ser rol û rista hunermendan û wiha got: “Tenê bi stran gotinê mirov nabê hunermend. Divê hunermend biçê saziyên xwe, gel guhdar bike û piştgirî bide pêvajoyê. ”
* Nîzamettîn Kabaîş derbarê êrîşa ku li dijî birayê wî hatiye kirin û pêvajoya lêpirsîna qetilkirina keça xwe Rojîn Kabaîş de anî ziman ku ew tu demê ji dozê paş de gav navêjin û bang li mercên edaletê û rayedaran kir ku pêvajoyê bilezînin.
* Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê biçe Fabrîkaya HABAŞ a duh li navçeya Alîaga ya Îzmîrê piştî teqînê 17 karker jiyana xwe ji dest daye û li pêşiya fabrîkayê daxuyanî bide. (12:00)
* * Bi pêşengiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê de têkildarî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan tên pêkanîn û mirina girtiyê nexweş Tûncer Saglam dê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn. (13:00)
Kirmanckî
* Pîyê Rojîn Kabaîşe Nîzamettîn Kabaîşî, derheqê hêrişê ke birayê ey ser o ame kerdene de vat: “Ma doza Rojîne ra yew game zî peyser nêerzenê, heta ke doze tarîtî ra vejîyo, ma têkoşînê xo dewam kenê. Ma înan ra nêtersenê û ma qet doza xo ra fek veranêdanê.”









