Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog erka avakirina hukûmetê ya nû da serokê partiya navendî Yashar, Gadi Eisenkot.
Li Îsraîlê bi pêkanîna hilbijartinê hevsengiya partiyên dikeve meclisê guherîn û tu partî nekarîn ji parlamentoya 120 kursiyan pêk tê de piraniya kursiyan bi dest bixin. Bloka Netanyahu (Rastgir) di hilbijartinê de 53 kursî, muxalefeta Siyonîst (Eisenkot û Hevalbendên wî) 48 kursî, Partiyên Ereban jî 19 kursî bi dest xistin.
Li gorî Ofîsa Serokkomariyê, piştî civînên Isaac Herzog bi rêberên partiyên siyasî re, 67 parlamenter piştgiriya Eisenkot kirine û 46 parlamenter jî li kêleka Netanyahu sekinîne. Eisenkot ji bo merasîma radestkirina fermî ya peywira avakirina hikûmetê roja yekşemê ji qesra serokkomariyê re hat vexwendin.
Kesê ku peywira avakirina hukûmetê bistîne 28 roj dema wî/wê heye ku hikûmetê ava bike. Her wiha hate ragihandin ku serokkomar dikare heta 14 rojên din demê li ser vê yekê zêde bike. Heke hikûmet neyê avakirin, serokomar ji bo avakirina hikûmetê peywirê dikare bide siyasetmedarekî din. Heke hemû hewldan têk biçin, dê hilbijartin ji nû bên kirin.
Eisenkot daxuyand ku ew ê ji bo avakirina hikûmetê her tiştî bike. Netanyahu jî roja şemiyê bang kir ku hukûmeteke yekîtiya neteweyî bê avakirin.
Starta avakirina hikûmeta nû îro dest pê kir. Tê payînkirin ku dê Eisenkot hikûmetê ava bike. Heke ev yek pêk neyê dê Herzog erka avakirina hikûmetê bide siyasetmedarekî/e din.













