Komîteya Ekolojiyê ya KCKê beriya civîna bilind a avhewayê ya COP31 daxuyanî da û got ku krîza ekolojîk ji ber têkiliyên hilberîn û mezaxtinê yên sîstema kapîtalîst e. KCKê li dijî krîza avhewayê banga xurtkirina têkoşîna ekolojiyê ya civakî kir.
Komîteya Ekolojiyê ya KCKê têkildarî Civîna Bilind a Avhewayê ya COP31 a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da ku wê di navbera 9-20ê Mijdarê de li Antalyayê bê lidarxistin.
Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:
“Civîna bilind a avhewayê ya COP31 ku van rojan li Antalyayê tê lidarxistin, yek ji rojevên sereke ye. Ji her devera cîhanê nêzî 80 hezar kes tev li vê civînê dibin. NYê civîna xwe ya avhewayê ya ewilî sala 1992yan li Brezîlyayê lidar xistibû. Li ser civîna sala 1992yan nêzî 44 sal derbas bûn. Di 44 salan de 30 civînên avhewayê hatin lidarxistin. Di her civînê de; li ser texrîbatên guherîna avhewayê û tedbîrên bên girtin, axivîne û belav bûne. NY ji sala 1992yan û vir ve, hem texrîbatên ekolojîk ên ji ber guherîna avhewayê nehatin astengkirin, hem jî bi germahiya kûrewî re texrîbatên ekolojîk zêde bûn. Tenê bi rengê sernavan jî îfadekirina hin pirsgirêkên sereke yên ku ji ber germahiya kûrewî û guherîna avhewayê çêbûne, asta texrîbatan nîşan dide. Cîhana me germ dibe, bi germahiya kûrewî re avhewa tên guhertin, bi guhertina avhewayê re demsal tevlîhev dibin, tundiya karesatên lehiyan û bageran her diçe zêde dibe. Ji ber hişkesaliya zêde zûwabûn zêde dibe, çavkaniyên xwezayî tune dibin, cûreyên zindiyan tune dibin, qirêjiya jîngehê jiyanê tune dike. Her ji niha ve koçberiyên avhewayê dibe ku koçberiyên şer derbas bike. Ev texrîbat hemû di encama germahiya kûrewî de qewimîne.
Çavkaniya van hemû pirsgirêkan, mirov e. Texrîbatên ku mirov bi destê xwe li xwezayê çêkirine. Lê pirsa ‘kîjan mirov?’ jî girîng e. Ne raste ku gundiyekî bi xwezayê re di nava aştiyê de dijî û xwediyên şîrketên sotemeniyên fosîl ên dibin sedema guherîna avhewaya kûrewî, di heman kategoriyê de bên nirxandin. Xwediyên esas ên van pirsgirêkan, efendiyên sîstema kapîtalîst in ku tevahî gerdûnê bixwin jî çavê wan têr nabin. Her wiha têkiliyên wan ên hilberandin-mezaxtin, zihniyet û sîstemên wan ên civakî jî dibin sedem. Her kes hemfikir bûye ku di roja me de êdî sîstema kapîtalîst nikare were domandin.
Rewş wiha ye, konferans û civînên avhewayê yên xwediyên sîstemê jî encam nayîne. Ji ber ku sedemê esas ê krîza avhewayê, sotemeniyên fosîl in. Hilberînên petrol, gaz û komir in ku di atmosferê de bandora serayê çêdikin. Piraniya beşdarên vê civînê yan xwediyên şîrketên hilberandina sotemeniyan e yan jî hevkarên wan in. Lewma civîna COP31 a li Antalyayê jî wê ji 30 COPên din cuda nebe. Dîsa wê bên ba hev, nîqaş bikin ka emîsyonan çawa kêm bikin, çawa derbasî enerjiya nûkirî bibin û piştre wê belav bibin. Hîn zêdetir divê bi asta vî karî ya teknîkê re eleqeder bibin û nîqaş bikin. Wê bi sîstem û zihniyetan re eleqeder nebin. Ji ber xwediyên vê sîstemê ew in. Berpirsên texrîbatên ekolojîk, ew in. Piraniya beşdarên civînê, xwediyên şîrketên gaz, petrol, komir û madenê ne. Mesele, gelo şîrketên ku sotemeniyên fosîl dihilberînin û dibin sedemê germahiya kûrewî û guherîna avhewayê, wê dest ji vê yekê berdin? Gelo dema dest ji sotemeniyên fosîl berdan, wê dest ji enerjiya nûkirî jî berdin û dewrî civak û rêveberiyên herêmî bikin? Pir eşkere ye ku evane pêk nayên. Wê tenê pêşandaneke kesk pêşkêş bikin, maskeyekî kesk li kapîtalîzmê bikin û piştre belav bibin.
Wê demê divê mirov baweriyê bi van civînên sexte neyîne û dest bi lêgerînên alternatîf bike. Heta niha çend lêgerînên alternatîf pêk hatibin jî, piranî bi bandor nebûn. Tevgerên avhewaya kûrewî, civînên avhewayê yên gelan û tevgerên ekolojîk girîng in, lê belê têrker jî nîn in. Tevgerên wiha divê ji elîtîzmê rizgar bibin û civakî bibin. Bi tevgerên jîngehê yên di warê klasîk de bi encaman ve mijûl dibin û ekolojîstên utopîk ên komîn û prîmîtîf ku li gundan bi cih bûne û girêdana xwe ya bi cîhanê re qut kirine, pêşî li texrîbatên xwezayê nayê girtin. Pirsgirêkên mirovan a bi xwezaya yekemîn re, çavkaniya xwe ji pirsgirêkên zihniyet û sîstemê digire. Li dijî van pirsgirêkên zihniyet û sîstemê eger zihniyet û sîstemên alternatîf pêş nekevin, pirsgirêkên mirovan ên bi xwezayê re çareser nabin. Ji vî alî ve yekane çareserî pêşxistina ekolojiya civakî ye. Divê mirov tevgerên ekolojiya civakî pêş bixe, li dijî sîstem û zihniyeta kapîtalîst têbikoşe, wan neçarî guhertinê bike û sîstem û zihniyetên demokratîk ava bike. Divê li dijî zihniyet û sîstemên dewletê yên li ser esasê desthilatdarî, rant û mêtingeriyê, zanebûn û sîstema demokratîk were avakirin. Divê li dijî çêkerên otorîter ên navendî rêveberiya herêmî were avakirin û li dijî têkiliyên hilberandin-mezaxtin ên li ser esasê qanûna feydeyê, aboriya civakê were avakirin. Ev yek dikare ji krîzên heyî re bibe çareserî. Yan a mayî, hewldanên domandina kamûflekirina sîstema heyî û karesatê ye.
Armanca sereke ya hemû tevgerên ekolojîk ew e ku van polîtîkayên sîstema modernîst a kapîtalîst a cîhanê dibe hilweşînê, vala derbixin û alternatîfên jiyanî pêş bixin. Em bawer dikin ku ev civînên navneteweyî wê li ser esasê armancên hevpar ên tevgerên ekolojîk bibin hevpar û têkoşîna ekolojîk berfireh bikin.”













