• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Murat Temel / AW

8 MIJDAR 2026 - 09:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Parêzer Erhan Çîftçîler derbarê pêvajoyê de axivî û bal kişand ser hişmendiya li dijî Kurdan û diyar kir ku divê pêşî hişmendî bê guhertin û wiha got: “Guhertina qanûnan rê vedike lê belê bi tena serê xwe têrê nake, heta hişmendî neyê guhertin qanûn bi tena serê xwe nagihêje encamekê.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de da destpêkirin, tevî xemsariya dewletê jî didome. Di çarçoveya pêvajoyê de di 5ê Tebaxa 2026an de têkildarî pirsgirêka Kurd pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyî” pêşkêşî Meclisê hate kirin. Qanûn di Lijneya Giştî ya Meclisê de bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Erhan Çîftçîler derbarê pêvajoyê de axivî û bal kişand ser hişmendiya li dijî Kurdan.

‘Hişmendî neyê guhertin qanûn nabin çare’

Di destpêka axaftina xwe de Erhan Çîftçîler anî ziman ku divê pêşî hişmendî were guhertin û heta ku ev guherîn nekeve nav civakê, çiqas qanûn bên guhertin jî pirsgirêk nayê çareserkirin.

Erhan Çîftçîler bal kişand ser qanûnên Tirkiyeyê û wiha got: “Guhertina qanûnan rê vedike lê belê bi tena serê xwe têrê nake. Niha tu îro kîjan qanûnan çêbikî yan jî biguherînî, heta hişmendî neyê guhertin qanûn bi tena serê xwe nagihêje encamekê. Li Tirkiyeyê her 10 salan carekê darbe çêdibin û Qanûna Bingehîn ji holê radibe. Divê pêşî hişmendî were guhertin. Hişmendî dê çawa bê guhertin? Beriya her tiştî guhertina ziman hewce ye, ji ber ku di vê pêvajoyê de du ziman hene. Zimanek dibêje ‘Civaka demokratîk, ji îro û şûnde di navbera gelan de tundî çênabe, Gelê Kurd dê Gelê Tirk nas bike, Gelê Tirk dê Gelê Kurd nas bike û ya herî girîng jî divê dewlet Gelê Kurd nas bike.’ Zimanê din jî dibêje ‘Nexêr, em ê welatiyan li ser nasnameya Tirk pênase bikin, bi zimanê we perwerde nabe û desthilatî dê li navendî be.’ Çarçoveya qanûnî bikeve meriyetê û qanûnên din werin guhertin jî dîsa nabe çare. Îro li Meclisa Tirkiyeyê 250 parlamenter werin cem hev dikarin qanûnan biguherînin. Guhertina qanûnan ne mesele ye lê belê heke hişmendî hebe êdî pêwîstî bi 10 qanûnan namîne, tu dikarî bi guhertina 5 qanûnan jî pirsgirêkê çareser bikî. Lewma divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bên guhertin.”

‘Mesele tenê bi çek berdanê çareser nabe’

Di axaftina xwe de Erhan Çîftçîler destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de komîsyona Meclisê di rapora xwe de pêkanîna biryarên AYM û AÎHMê, guhertina TMK û Qanûna Cezayê û xurtkirina rêveberiyên herêmî qebûl kiriye. Erhan Çîftçîler anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd ji pênaseya “terorê” dernekeve û wekî meseleya mafan neyê dîtin, girtîgeh vala bibin jî çareserî pêk nayê.

Erhan Çîftçîler bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Di vê pêvajoyê de sê kesên girîng hene, Birêz Ocalan, Erdogan û Bahçelî. Heke têkiliya Birêz Ocalan bi gelê Kurd re vekirî nebe û bi gel re neaxive, ev pêvajo bi teknîkî bi rê ve naçe. Mesele tenê bi çek berdanê çareser nabe. Heke hişmendî neyê guhertin û Kurd nebêjin ‘ev dewlet a min e, nasnameya min nas dike, axa Edîrne, Çorum û Amedê wekhev e’ çek bên berdan jî tu wateya xwe tune ye.”

‘Statuya Birêz Ocalan ne sîyasî ye, pêdiviya vê pêvajoyê ye’

Di dewama axaftina xwe de Erhan Çîftçîler bal kişand ser statuya Birêz Ocalan û da zanîn ku meseleya statuyê ne tenê meseleyeke siyasî ye, di heman demê de pêdivîyeke vê pêvajoyê ye.

Her wiha Erhan Çiftçiler diyar kir ku ji ber Abdullah Ocalan li ser navê rêxistina Kurdan diaxive, biryaran dide û muzakereyan dimeşîne statuya wî ya siyasî ji xwe kifş e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hewce ye Serokatî ji gelê xwe re bangawazî bike û bêje ‘Ez li ser navê we vê pêvajoyê bi rê ve dibim, armanca min ev e’. Birêz Ocalan heta niha ji gelan re kîjan bangawazî kiribe jî qet behsa şer nekiriye, behsa tiştê xirab nekiriye, behsa neyîniyan nekiriye. Her tim behsa erêniyan kiriye.”

Etîket: Erhan ÇîftçîlerKomeleya Hiqûqnasên Ji Bo AzadiyêOHDPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

5 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li Meclisê ne: Serdana Yenî Partiyê hate kirin

Dayikên Aştiyê serdana CHPê kir

3 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

Dayikên Aştiyê çûn serdana AKPê û dosyeyek radest kir

3 MIJDAR 2026
‘Divê em dewletê neçarî gavavêtinê bikin’

‘Divê em dewletê neçarî gavavêtinê bikin’

3 MIJDAR 2026
Ji bo aştiyê hatin Enqereyê: Bila hikûmet gavan biavêje

Ji bo aştiyê hatin Enqereyê: Bila hikûmet gavan biavêje

3 MIJDAR 2026
Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne