Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Haşim Abak duh bi şev hat binçavkirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Haşim Abak, Necla Ozgezer û H.T (16) ên ku pê re bûn, duh bi şev dema li ser Rêya Armûşê di wesayîta xwe de bûn, hatin binçavkirin.
Haşim Abak û kesên pê re hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê û tê payîn ku dê di nava rojê de îfadeyên wan were girtin.












