• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn HATE NÛKIRIN

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 1ê MIJDARA 2026an

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin  HATE NÛKIRIN

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn HATE NÛKIRIN

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 1ê MIJDARA 2026an

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin  HATE NÛKIRIN

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

Navenda Nûçeyan / AW

1 MIJDAR 2026 - 11:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamên Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Amed, Êlih, Sêrt, Wan, Tetwan û Colemêrgê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ber bi Enqereyê ve ketin rê.

Êlih

Pêşîvekirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafên girtiyan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ji Amed, Sêrt û Êlihê ber bi Enqereyê ve ketin rê. Beriya ku dayik bi rê bikevin li ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî dan.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Kamîle Şîmşek, li ser navê Dayikên Aştiyê yên Êlih û Sêrtê axivî û wiha got: “Em Dayikên Aştiyê ne û em aştiyê dixwazin. Ger ku dayikên leşker û polîsan jî bên cem me, em ê bi hev re ber bi Enqereyê ve biçin. Em ji bo aştiyê diçin, da ku aştiyeke mayîn pêk bê. Em vê aştiyê ji bo Serokê xwe û hemû girtiyên di zindanan de dîl tên girtin dixwazin. Dema ku Serok bê berdan dê hemû cîhan xweş be û aştiyeke xweş bê her çar parçeyên Kurdistanê. Ew kesên ku 30 sal zêde ye di zindanan de dimînin, cezayên şewitandina înfazan ji gelek kesan re hatiye û nayên berdan. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû bên berdan. Em ji ber van kiryaran diçin Enqereyê. Divê êdî dewleta Tirk jî gavên şênber biavêje. Ev bû du salan hê jî gavekê neavêtiye. Çiqas hevdîtina bi Serok re çêbibe ew dibêje; ‘Ez aştiyê dixwazim.’ Heta niha tu aştî nehatiye Tirkiyeyê. Em hêvî dikim ku îsal bibe sala aştiyê û azadiyê û ev xwîn neyê rijandin.”

Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi rê ketin.

Amed

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ji bo pêvajoya aştiyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û dirêjkirina înfaza girtiyan li Parka Koşuyolû ya navçeya Rêzanê ya Amedê hatin kom û ber bi Enqereyê ve ketin rê.

Beriya ku dayik ber bi Enqereyê ve derkevin rê, li vir ser navê Dayikên Aştiyê yên Amedê, Afîfe Kartal axivî. Afîfe Kartalyê bal kişand ser çûyîna wan a Enqereyê û wiha got: “Em ji bo azadiya Serokê xwe, ji bo rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û dirêjkirina înfaza girtiyan diçin. Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Bila aştiyeke mayînde ava bibe. Em ê li Enqereyê deriyên girtîgehan vekin.”

Piştî axaftinê Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Bijî berxwedana dayikan” hatin birêkirin.

Wan, Colemêrg û Tetwan

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wan, Colemêrg û Tetwanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo daxwazên xwe bînin ziman û gavên berbiçav bidin avêtin, ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Dayikan destnîşan kir ku armanca wan a sereke bidestxistina azadiya fîzîkî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina girtiyên siyasî ye.

Dayikên Aştiyê yên ku li Parka Musa Anter a li Wanê hatin ba hev, ragihandin ku dê di çarçoveya bernameya xwe ya sê rojan de li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin û di heman demê de “Nobeda Aştiyê” dest pê bikin. Hat zanîn ku Dayikên Aştiyê dê piştî bi cih anîna çalakiya xwe û bernameya berfireh di 3yê Mijdar de çalakiya xwe bi dawî bînin.

Di dema kombûna li parka ku ji bo birêketinê hatibû diyarkirin de, Dayikên Aştiyê bi coşeke mezin dirûşmên xwe berz kirin. Di çalakiyê de bêrawestan dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” hatin bêrzkirin.

Bernameya li Enqereyê

Bernameya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê wiha ye:

Dayikên Aştiyê dê sibe di seat 12.00an de li Parqa Meclisê daxuyaniyê bidin. Piştî daxuyaniyê dayik dê derbasî Parka Kurtuluşê bibin û li vir dest bi Nobeda Aştiyê bikin. Dayikên Aştiyê dê di roja 2yan a nobedê de jî li meclise tev li komcivînên partiyên siyasî bibin û heyeta ji dayikan dê serdana partiyên siyasî bike. Dayik piştî meclisê dê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin.

Etîket: Dayikên AştiyêNobeta Aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

30 COTMEH 2026
‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

30 COTMEH 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

Li ser sendelyeyê bi teker hate serdana şîna cangoriyan

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne