Nobeta ku li gundê Xwarik ê Gimgimê li dijî projeya JESê hatiye destpêkirin, di roja 180emîn de ji aliyê şêniyên gundê Segiran, Dapak û Muzuran ve dewr hat girtin.
Nobeta ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, di roja 180’an de berdewam dike.
Li cihê nobetê pankarta “Gelê Gimgimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min” hate daliqandin.
Nobet bi dewrgirtina şêniyên gundê Segiran, Dapak ve Muzuran ve berdewam dike.













