• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    ‘Îro daxwaza hemwelatiya wekhev a Elewiyan daxwaza me ye’

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Colemêrg bi mobeseyan tê dorpêçkirin

    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li Serhedê rêjeya kuştin û mirinên biguman ên jinan derketiye ji sedî 40an’

Wan / AW

30 COTMEH 2026 - 09:14
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li Serhedê rêjeya kuştin û mirinên biguman ên jinan ji sedî 5an derketiye ji sedî 40an. Berdevka ÎHAMEDê parêzer Bûrcû Şeber bal kişand ser girîngiya vekolîneke bibandor û diyar kir ku divê li ser bûyerên biguman a jinan were rawestandin.

Li herêma Serhedê kuştin û mirinên biguman ên jinan her ku diçe zêdetir dibe. Li gori daneyên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komeleya Jinan a Star û Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin rêjeya kuştin û mirinên biguman ji sedî 5an derketiye ji sedî 40an. Li gorî daneyan li bajarên Serhedê di nava 3 salan de li Wanê 17, li Colemêrgê 14, li Agiriyê 9, Li Mûşê 3, li Erziromê 3, li Îdirê 3, li Qersê 2 û li Bedlîsê jî 2 jinan jiyana xwe ji dest dane. Ji van daneyan 32 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û 24 jin jî ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû hatine kuştin.

‘Lêkolîn baş neyên kirin, dosya tên girtin’

Berdevka Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) Bûrcû Şeber, ji bo ajansa me behsa sedemên zêdebûna kuştina jinan kir û da zanîn ku dema jinek bi qezayekê jiyana xwe ji dest didin an jî ji ber sedemên din te kuştin, hin pirs derdikevin holê û guman tê bîra mirov.

Bûrcû Şeber anî ziman ku li ser vê gumanê mixabim bi gotina “întixar e” dosya tên girtin û wiha got: “Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, îfadeya gumanbar tê zêdekirin. Piştî îfadeya gumanbar dê daxwazên lêpirsîneke bi bandor dekeve pêş. Dema ku em bûyerekê dinirxînin, heke em bûyerê bi hûrgulî venekolin, dibe ku dosya were girtin. Ji ber vê yekê çima jiyana xwe ji dest da, divê gav bi gav di bin sernavên cuda de bi berfirehî bê lêkolînkirin. Dema jinek jiyana xwe ji dest dide, şert û mercên ku jiyana xwe ji dest daye, divê ji hemû aliyan ve were lêkolînkirin, gelo berê tedbîrên wê yên parastinê hebûne, serlêdana wê hebûye an jî ger serî li vê yekê nedaye, li kîjan cihî jiya ye? Divê em van hemû rewşan bi mirina wê re binirxînin.”

‘Divê li ser bûyerê bê sekinîn’

Bûrcû Şeber diyar kir ku divê hem rêxistinên sivîl, hem baro, hem jî parêzvanên mafan û hem jî parêzer li ser bûyerê bisekinin. Bûrcû Şeber destnîşan kir ku ger bûyer neyê çareserkirin dosya tên girtin û lêpirsîneke bi bandor nayê kirin û wiha pê de çû: “Me berê jî gelek mînakên vê yekê dîtin. Mînaka me ya Gulistan Dokû heye. Di vê mînakê de saziyên sivîl, parêzvanên mafan û parêzeran teqez kirin ku ev mirineke bi guman e. Lê bi gotina ‘na, ev ne mirineke bi guman e, xwekuştin e’ hewl dan dosye bê girtin. Li wir hewce ye ku meriv lêkolîn bike ka divê çima biguman nêz bibin. Ji ber ku di hin rewşan de dema jin jiyana xwe ji dest didin, pêwîst e delîl pir zû bên komkirin, heke zû neyên berhevkirin, mixabin sûcdarên ku tev li sûc bûne nayên dîtin û bi vî awayî dosya tên girtin.”

Girîngiya Peymana Stenbolê û Qanûna Hejmar 6284

Bi domdarî Bûrcû Şeber da zanîn ku parastina welatiyan taybetî jî jin û zarokan erka dewletê ye û divê vê erkê bi cih bîne. Bûrcû Şeber bi lêv kir ku ev erka herî girîng a dewletê ya pozîtîf e, lê heke bi erka xwe ranebe, wê demê nîşaneyên pirsê derdikevin holê ku gelo dewlet naxwaze jinan biparêze? û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji nişka ve biryar hate girtin ku di şevekê de ji peymanek girîng a mîna Peymana Stenbolê vekişin. Peymana Stenbolê peymanek pir giranbuha bû û peymanek bû ku jinan bi tevahî diparast. Dîsa qanûna bi hejmara 6284an ketiye pratîkê lê mixabin qada sepandina wê pir hindik e. Em vê yekê di dosyayan de ji dadgehan daxwaz dikin, di çarçoveya 6284an de tedbîrên parastinê dixwazin, lê mixabin ji vî alî ve derfetên me pir kêm in. Yanî heke dewlet mekanîzmayên sazî û dezgehên ku bi gelek qanûnan hatine xurtkirin nexebitîne, nepêkan e ku rêjeya mirina jinan a bi guman bikeve. Em nikarin vê ji siyaseta dewletê qût bigirin dest.”

‘Kapasîteya stargehan pir kêm in’

Bûrcû Şeber bal kişand ser pêkanîna qanûna hejmar 6284an û Peymana Stenbolê û bi bîr xist ku jin ji ber ku rastî tundiyê hatiye ditirse, lê ji ber ku zarokên wê hene, neçar e vegere heman cihî û wiha got: “Em nikarin jê re bibêjin ku bila bi zarokên xwe re biçe stargehê, ji ber ku kapasîteya stargehan pir û pir kêm e. Jin di şert û mercên baş de li wir namînin. Ji ber rewşên bi vî rengî jin vedigerin cihe ku rastî tundiyê hatine û ev jî dibe sedema xeteriyên mezin.”

‘Sedemeke girîng medya ye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Bûrcû Şeber diyar kir ku sedema sereke ya xwe dereng gihandina dadmendiyê û bêbaweriya gel a bi dewletê, pêkneanîna erkan a dewletê ye û ev tişt vegot: “Yek ji sedemên din ên herî girîng jî medya ye, refleksa medyayê pir krîtîk e. Ger bûyer rast were xuyakirin, ji vê yekê vegerên pir baş têne wergirtin. Ji ber ku dê zext li ser gel bê kirin û pêwîst e ev zext li cih û bi rêyên rast bên îfadekirin. Lewma wekheviya zayendî gelekî girîng e û bi nûçeyên ku civak dixwîne têgihiştin çêdibe.”

‘Hişmendî hê jî neguheriye’

Bûrcû Şeber bi bîr xist ku ji ber ku hişmendî neguheriye, di sedsala 21emîn de jî hêj tiştek neguheriye û wiha berdewam kir: “Dewlet jinan naparêze. Berê jî wisa bû, niha jî wisa ye, ev ne tiştekî 10 rojî yan jî 10 salî ye. Her tim mirinên biguman ên jinan hene. Sedema ku zêde dibin bi tevahî bi peywirdaran ve girêdayî ye û ger erkên erênî pêk bên dê mekanîzmayên parastina jinan zêde bibin û heta tê payîn ku jin ji vê çerxê derkeve.”

‘Berpirsiyariya eslî ya dewletê ye’

Her wiha Bûrcû Şeber destnîşan kir ku pêwîst e çapemenî û medya di hêla zimanê bi kar tînin de baldar bin û diyar kir ku dema saziyên sivîl serlêdanan werdigirin, divê heta dawiyê van bûyeran bişopînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e helwesteke ku bi jinê bide fêmkirin û edaletê bi xwe re bîne bê afirandin. Ji bo vê jî divê çalakiyên hişyarî û hişmendiyê bên lidarxistin. Di nava civakê de hin kes hene ku hewl didin vê yekê bikin, lê berpirsiyariya eslî ya dewletê ye.”

Etîket: Bûrcû Şeberkuştina jinanli Serhedê rejeya kuştina jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di nav mehekê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

Di nav mehekê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

27 COTMEH 2026
Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

Emîne Bozdag: Dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne

24 COTMEH 2026
Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

Şehrîban Ertaş: Kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û pergalî ye

16 COTMEH 2026
Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

28 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne