Di qezaya duh a du trenên bilez ên li Îspanyayê de herî kêm 69 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên dawî 57 kes hîn di nexweşxaneyan de tên dermankirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Qeza roja Çarşemê, li nêzî bajarokê Urda yê parêzgeha Toledo, li ser xeta trenê ya Madrid-Sevîlyayê pêk hat. Treneke bilez a Renfe li pişta trêneke Iryo ya li ser xetê rawestiyabû xist. Di encama qezayê de de çend vagon ji xetê derketin.
Sedema qezayê û lêpirsîn
Li gorî agahiyên destpêkê yên Wezîrê Veguhastinê yê Îspanyayê, Óscar Puente, pirsgirêkeke di pergala ragihandinê ya kompîturê de bû sedema rawestandina otomatîk a çend trenan. Piştre, navenda kontrolê destûr da trêna Renfe ji bo ku tevgera xwe bidomîne. Li gel vê yekê sînyala sor a xetereyê hîn çalak bû û trêneke din li pêşiya wê rawestiyabû.
Lêpirsîn dê zelal bike bê ka çima ev destûr hatiye dayîn û kîjan xeletî bûye sedema vê bûyerê.
Polîsên Îspanyayê derbarê bûyerê û karmendê navenda kontrolê yê ku destûra tevgerê lêpirsîn da destpêkirin. Dadgehê tomarkirinên trenan û daneyên navenda kontrolê xwestiye da ku rêza bûyeran û berpirsiyariyên gengaz bên diyarkirin.













