Mêrdîn – Welatiyên ku li Dêrika Çiyayê Mazî bi kar û barê zeytûnan ve mijûl dibin ji ber bihaya zeytûnan a erzan bi gazinc in. Welatiyan ku dest bi hilberîna zeytûnan a îsal kirine diyar kir ku ew nikarin debara xwe bi zeytûnan bikin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê nêzî 15 hezar donim zeviyên zeytûnan û zêdetirî 500 hezar darên zeytûnan ku dîroka wan diçe nêzî hezar salan, hene. Her wiha piraniya debara şêniyên Dêrikê jî li ser zeytûnan e. Ji ber ku zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî yên weke Belotî, Xirxalî, Zoncikî, Gulekî, Xursêkî, Mawî û Melqebaz bi nav û deng in ji aliyê gelê herêmê ve zêde tê ecibandin û stendin. Weke her sal îsal jî bi gihiştina zeytûnan welatî ketin nav darên xwe û dest bi komkirina zeytûnan kir.
Her çiqas zeytûn ji aliyê debara bajêr ve cihekî girîng bigire jî welatiyên ku bi kar û barê zeytûnan ve mijûl dibin diyar kirin ku ew bi awayek rêk û pêk nikarin debara xwe bi zeytûnan bikin.

Zeytûnan dişînin gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
Welatiyê bi navê Naşîr Aktaş ku bi salan e bi çandiniya zeytûnan re eleqeder dibe anî ziman ku wan dest bi çinîna zeytûnan kiriye û piştî berhevkirinê ew dê zeytûnan bişînin gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha axivî: “Me dest bi sezona zeytûnan kiriye. Zeytûnên Dêrikê gelekî bi nav û deng in û zeytûnên xerab li Dêrikê nayê çandin. Em zeytûnên xwe dişînin gelek deveran. Em him dikin sabun, him dikin zeyt û him jî di taştê de dixin.”
‘Ji ber dermankirinê zeytûnên me zerarê dibînin’
Zeynep Aktaş ku di nava baxçeyên zeytûnan de mezin bûye da zanîn ku du sal in ji ber dermankirina şaş zeytûnên wan kêm berhem dide û wiha got: “Vaye du sal e zeytûnên Dêrikê kêm bûne. Sedema vê jî dermankirina Gerînendehiya Çandiniyê ya Dêrikê ya şaş e. Darên me xwezayî ne û fêrî dermanê ziraî nebûne, dema gerînendeh derman bikartîne kulîlkên daran hemû diweşin. Em dixwazin êdî ev derman neyê bikaranîn.”
‘Em nikarin debara xwe bi çandiniya zeytûnan bikin’
Ahmet Daniş jî ku bi salan e çandiniya zeytûnan dike diyar kir ku ji ber erzaniya zeytûnan ew nikarin debara xwe bi çandiniya zeytûnan bikin û wiha axivî: “Ger buhaya wê baş bûya em a bikaribin debara xwe pê bikin. Lê ji ber erzaniya wê em nikarin debara xwe bikin. Diçin zeytûnên ji bajarên Tirkiyeyê tînin vir û ji ber vê yekê em nikarin zeytûnên xwe bifiroşin. Gere miletê me zeytûnên me bikirin, bila ji ber deriyê xwe bikirin û em jî bikarin debara xwe bikin.”
‘Em ê bi semînerekî zeytûnên Dêrikê bidin nasîn’
Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî jî ku ji bo alîkariya bi welatiyan re çû nav baxçeyên zeytûnan diyar kir ku wan her sal mihrîcana zeytûnan çêdikir û wiha got: “Em niha hatine ji bo alîkariyê. Beriya niha ji bo danasîna zeytûnên Dêrikê me mîhrîcan lidar dixist. Îsal me nekarî em mîhrîcanê lidar bixin lê em ê li ser zeytûnan semînerekî amade bikin û hewl bidin zeytûnên Dêrikê bidin nasandin.”
















