MEBYA-DER a Colemêrgê li navçeya Geverê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê mewlûd da. Di mewlûdê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd li ser rêç û doza şêhîdên xwe ye.
Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yêkitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li navçeya Geverê mewlûd hat dayîn. Endam û rêberên MEBYA-DERê, Dayîkên Aştiyê, hevşaredarên Geverê, endamên DÎKê û bi sedan malbatên şehîdan tev li mewlûdê bûn. Li eywanê weneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Em deyndarê şehîden xwe ne”û “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin.
‘Em li pişt Serokê xwe ne’
Di destpêka mewlûdê de hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Abdullah Kirmizigul diyar kir ku bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan îro şoreşa Kurdistanê di qonaxek din de ye. Abdullah Kirmizigul anî ziman ku bi keda wan pêvajoyek nû destpêkiriye û got: “Dewleta Tirk pêvojoyê sist digire û serokê me, partiya me û gelê me her gav avêtin. Lê dewletê hêj tu gav ne avêtine. Em bi hêviyê ne ku pêvajo encam bigire. Em ji Geverê heta Îmraliyê silavên xwe dişînin. Em li pişt Rebêrê xwe ne.”
‘Êş û keda me yek e’
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi di axaftina xwe de anî ziman ku êş û keda wan hemûyan yek e û got: “Ez bawerim ji vê rojê û şûnde dilê me wê xweş be û em ê bigihijin azadiyê. Ev mewlûde ku îro tê xwendin, bila ji bo hemû rihê şehîdên Kurdistanê be.”
‘Cangoriyên me di doza me de ne’
Parlementera Colemêrgê Oznur Bartin hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û di axaftina xwe de wiha got: “Me cangoriyên xwe spartin dilê xwe, Kurdistanê, mêjî û doza xwe. Ev pêvajoye bi keda wan cangoriyan heta vê astê hatiye. Em bawer in ku bi keda Rêber Apo, keda şehîdan û gelê me wê bi serbikeve.”
Bername bi xwendina mewlûdê domiya û piştî xwarinê bi dawî bû.














