Çalakiya gundê Arzoxliyê ya li dijî projeya GESê bênavber didome. Gundiyên ku li dijî GESê çalakî li dar dixin diyar kirin ku ew ê heya biserkevin dê çalakiya xwe bidomînin û ew ê rê nedin projeyên GESê.
Li gundê Arzoxliyê yê bi ser navçeya Sûrê ya Amedê ve hewldana çêkirina projeya GESê û li hember vê projeyê çalakiyên şêniyên gund berdewam dikin. Şîrketa ku dixwaze projeya GESê li ser zeviyên gund çêbike bi rojan e li gel leşkeran dikeve qada projeyê û şêniyên gund li dijî vê yekê têkoşîn didin. Şêniyên gund bang li rayedaran kir ku ew xebata tê kirin bidin rawestandin û gotin ku divê ne leşker rayedarên şîrketê derkevin pêşberî wan û hesaba vê yekê bidin. Gundiyan dan zanîn ku ew xwediyê axê ne û ji bilî axa proje li ser tê çêkirin tiştek tuneye ku debara xwe pê bikin. Gundiyan herî dawî gotin ku heya çêkirina vê projeyê neyê rawestin ew ê li ber xwe bidin.
















