• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Berxwedana gundê Arzoxliyê li dijî GESê didome: Av û axa me hebûna me ye

Amed / AW

27 COTMEH 2026 - 15:39
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Çalakiya xelkê gundê Arzoxliyê ya li dijî projeya GESê bênavber didome. Gundiyên ku xwestin biçin cihê xebat lê tê kirin carek din ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Siyasetmedaran li gund bang kirû gotin ku li ser navê van gundiyan tu kes nikare biryarê bide û ev pirsgirêka hemû erdnigariya Kurdistanê ye.

Li gundê Arzoxliyê yê ser bi navçeya Sûrê ya Amedê ve piştî ku ji bo projeya “Santrala Enerjiya Rojê û Saziya Embarkirina Enerjiyê ya Zenkar 2” rapora “Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED)” hatiye dayîn, tê protestokirin û çalakiya gundiyan bênavber didome. Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata û nûnerên saziyên sivîl ji bo piştevaniyê li gund amade bûn û bi gundiyan re li ber gund kom bûn û piştre ji wir heta qada ku projeya GESê lê tê çêkirin, bi dirûşmeyên “Axa me û ava me hebûna me ye”, “Em GESê naxwazin” û “Bijî berxwedana Arzoxlî” meşiyan. Dema girse gihişt nêzî qadê ji aliyê leşkeran ve carek din hatin astengkirin. Dû re li cihê çalakiyê daxuyanî hat dayîn û piştre xelkê gund dest bi çalakiya rûniştinê kir.

‘Ev pirsgirêka hemû erdnîgariya Kurdistanê ye’

Parlamenter Serhat Eren da zanîn ku ev ji sed salî zêdetir e ku gundî li vir jiyan dikin û wiha got: “Jin jî, zarok jî naxwazin koç bikin, debara xwe li vir dikin. Dîsa di raporê de çi tê gotin? Dibêje ku gava ev proje bikeve meriyetê, di warê tenduristiyê de jî wê gelê me bikeve tengasiyê. Em dibînin ku wê ji aliyê tenduristiyê ve bandoreke neyînî li ser wan çêbibe, em vê yekê jî qebûl nakin. Îro banga me ya dawî ew e ku ev ne tenê pirsgirêka vî gundî ye, ev pirsgirêka hemû erdnîgariya Kurdistanê ye. Heke em bêdeng bimînin û destûrê bidin wan, îro li vir dest pê bikin, wê sibê li Pasûrê, li Erxeniyê, li Pîranê bi hezaran ji van ruxsetan bixin meriyetê û me bêax bihêlin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê li kêleka gundiyan li dijî vê yekê têbikoşin.”

‘Li ser navê van gundiyan tu kes nikare biryarê bide’

Ayla Akat Ata jî diyar kir ku ew wek TJAyê dê her tim li cem jinên kedkar û berxwedêr bin û wiha axi,vot: “Ev vîna ku her kes bi heyranî lê dinêre çi ye? Ev vîn, vîna xwedîderketina li qada jiyanê ye; di heman demê de têkoşîna hebûnê ye. Li vî welatî xebatên aborî hene û ji niha û pê ve jî dê hebin. Lê heke ev çalakiyên aborî li dijî xweza, mirov, jin û zarokên me bin; erê, mafê me yê îtîrazkirinê heye, mafê me yê protestokirinê heye. Li her cihê ku xebatên aborî li dijî jiyana mirovan û xwezayê bin, wêranî çêbûye. Tirkiye bi hezar û yek mînakên vê yekê re rû bi rû ye, ev mînak hene. Tenê nêrîna li bîra dîrokî jî bes e.

Nexwe divê çi were kirin? Li ser navê van gundiyan tu kes nikare biryarê bide bê ka dê çalakiyên xwe yên aborî çawa bimeşînin. Li ser navê van gundiyan tu kes nikare biryarê bide ka dê çawa bijîn. Li ser navê jinên vî gundî tu kes nikare biryarê bide bê ka dê çawa bijîn û zarokên xwe çawa mezin bikin.

Vîneke vî gundî heye; gundiyên ku vê vînê nîşan didin çi bibêjin, çi yên ku vî welatî bi rê ve dibin, çi yên di opozîsyonê de ne, çi jî saziyên giştî yên ku di bin zincîra ferman û talîmatên desthilatdaran de dixebitin, mecbûr in li gorî wê tevbigerin.”

Nobet û berxwedana xelkê gundê Arzoxliyê li dijî projeyê berdewam dike.

Etîket: Ayla Akat AtaGESGundê ArzoxliyêSerhat Eren
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

26 COTMEH 2026
Li gundê Arzoxliyê nobeta çadirê hat destpêkirin

Li gundê Arzoxliyê nobeta çadirê hat destpêkirin

22 COTMEH 2026
Xelkê gundê Arzoxliyê li dijî çêkirina GESê dest bi çalakiyê kir

Xelkê gundê Arzoxliyê li dijî çêkirina GESê dest bi çalakiyê kir

21 COTMEH 2026
Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

Şîrket bi tevî leşkeran ve ket gundê Arzoxliyê

21 COTMEH 2026
Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

15 COTMEH 2026
Desteya pisporan projeya GESê ya li Sûrê guncav nedît

Desteya pisporan projeya GESê ya li Sûrê guncav nedît

13 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne