• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevşaredarê Amedê: Divê wezaret serlêdana ji bo ziman zû erê bike

Ugur Dînler / AW

27 COTMEH 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay derbarê daîre û midûriyetên taybet ên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî werin avakirin de diyar kir ku divê wezaret demek zû bersiv bide serlêdana wan da ku ew dest bi avakirina daîreyan û midûriyetên ziman bikin.

Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê di 8-9ê Hezîrana 2026an de Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li dar xistibû. Di vê konferansê de biryareke girîng hate girtin ku li hemû şaredariyên DEM Partiyê daîre û midûriyetên ziman werin avakirin. Piştre ji bo cîbicîkirin û xistina meriyetê ya vê biryarê, ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ve lêkolîn û xebatên berfireh hatin kirin. Di encama van lêkolînan de hatiye tespîtkirin ku destûra bingehîn a heyî û astengiyên qanûnî rê nadin ku biryar bi vî rengî rasterast bikeve meriyetê. Li ser vê yekê, ji bo ku biryara konferansê bêencam nemîne û bi awayekî pratîkî pêk were, Lijneya Rêveberiyên Xwecihî berê xwe da rê û rêbazên alternatîf û ji şaredariyan xwest serî li Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê bidin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay derbarê mijara navborî de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Karên bingehîn û polîtîkaya me ya esasî, xebatên ziman in’

Emîn Ay da zanîn niha jî ew xebatên ziman bi rê ve dibin û wiha got: “Ev 27 sal in rêveberiyên herêmî yên partiya me, ji destpêkê heya niha, li gorî şert û mercên serdemê û derfetên heyî xebatên ji bo zimanê dayikê kirin e. Bi vî rengî, me jî wek Şaredariya Bajarê Mezin di van du sal û nîvan de xwest ku yek ji karên bingehîn û polîtîkayên me yên esasî, xebatên ziman û pirzimaniyê bin. Em jî bi qasî derfetên xwe, bi girîngiya pirzimanî û pirçandiyê xebatên xwe bi rê ve dibin.”

‘Divê tu astengiyên hiqûqî li pêşiya pêşxistina zimanê dayikê nemînin’

Emîn Ay di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hewcedariya midûriyetên ziman û axaftina xwe wiha domand: “Gelek karên ku şaredarî dikarin bikin, ji ber astengiyên qanûnî nikarin di qada ziman de bi pêş bixin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê bi rastî jî tu astengiyên hiqûqî li pêşiya pêşxistina zimanê dayikê nemînin, da ku xizmetên şaredariyê li gorî pêwîstî û derfetan, pirzimaniyê di hemû warên jiyanê de esas bigirin. Lê mixabin, ji bo birêvebirina fermî ya vî karî, hê jî astengiyên qanûnî û yên mewzûatê hene. Ji bo wê jî me demildest hemû amadekariyên xwe pêk anîn. Wek mînak, dema ku ev daîre ango midûriyet werin avakirin, di bin banê wê de dê çawa xebat were kiri, kîjan yekîne dê bên damezrandin û her yekîneyek dê çi karî bike, me hemû plansaziyên xwe amade kirin.”

‘Ziman hebûn û nasnameya neteweyekê ye’

Emîn Ay destnîşan kir ku ev nêzî mehekî ye wan bi wayekî fermî li serî li wezaretê daye û wiha got: “Bendewariya me ew e ku di demeke nêzîk de ango bêyî ku rojek dereng bikeve, ev serlêdan were pejirandin û bersiv bigihîje destê me. Da ku em jî kar û xebatên xwe yên ziman bi awayekî birêkûpêk û bêastengî bikin. Ziman nasnameya civakê ye, hebûna civakê ye. Ziman rasterast hebûn û nasnameya neteweyekê ye. Ji ber vê yekê jî, dema ku em dibêjin Daîreya Pêşxistina Zimanan, em tenê ji bo zimanekî nabêjin, em ji bo hemû zimanên di bin xeteriyê de ne bixebitin. Lê bêguman li bajarê me û li welatê me, zimanê dayikê yê Kurdî belkî zimanê herî zêde di bin xetereya polîtîkayên bişaftinê de ye. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, çawa ku me heya îro di bin banê daîreya çandê de di gelek waran de xebatên zimanê dayikê û pirzimaniyê kirine, ji niha pê ve jî heke ev daîre bi awayekî fermî were erêkirin, em ê xebatên xwe bi awayekî rêkûpêktir bi rê ve bibin.”

Etîket: Emîn AyHevşaredarê Amedê Emîn AySaredariya Bajare Mezin a AmedeZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Endamê Meclisa ÎBByê: Wê li ÎBByê Midûriyeta Parastina Zimanan were avakirin

Endamê Meclisa ÎBByê: Wê li ÎBByê Midûriyeta Parastina Zimanan were avakirin

27 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

24 COTMEH 2026
Kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin

Kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin

23 COTMEH 2026
Gelo çima ba, baran, berf, brûsk, bager û bahoz bi ‘b’yê dest pê dikin?

Gelo çima ba, baran, berf, brûsk, bager û bahoz bi ‘b’yê dest pê dikin?

23 COTMEH 2026
Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

Ji bo jinên Sûrê kursa xwendin û nivîsandina Kurdî dest pê kir

20 COTMEH 2026
Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

18 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne