Stenbol – Hatîce Yildiz a 77 salî di Girtîgeha Bakirkoyê de girtî ye. Kurê wê Ferhat Yildiz diyar kir ku gelek nexweşiyên dayika wî hene û wiha got: “Nexweşiyên demans, şekir, tansiyon û skolyozê pê re hene û hestiyên wê dihelin. Di pişta wê de fitiq heye û çavên wê kêm dibînin. Rêveberiyên girtîgehan dibêjin heke kes girtiya siyasî be, dikare di girtîgehê de bimîne. Ji bo girtiyên siyasî, qanûnên cihêkar dikevin dewrê.”
Hatîce Yildiz 77 salî ye û di Girtîgeha Bakirkoyê de tê ragirtin. Hatîce Yildiz ji bo keça xwe ya di girtîgehê de ye pere şandibû, ji ber vê yekê li dijî wê doz tê vekirin û di sala 2024yan de ceza lê tê birîn. Polîs Hatîce Yildiz a 75 salî ji malê bi sedyeyê dibin Girtîgeha Bakirkoyê. Hatîce Yildiz îro 77 salî ye. Beriya ku were girtin jî nexweşiyên demans, şekir, tansiyon û skolyozê hebûn û hestiyên wê diheliyan. Wekî din, li pişta wê de fitiq hebû û çavên wê kêm dibîn. Ev nexweşî bi demê re zêde bûn û êdî di girtîgehê de bi tenê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Hevalên wê yên girtîgehê alîkariya wê dikin. Dema ku ji bo hevdîtinan derdikeve, tenê bi alîkariya hevalên xwe dikare bimeşe. Hatîce Yildiz hefteyê gelek caran ji ber nexweşiyên xwe diçe revîrê û gelek caran jî birine nexweşxaneyê. Lê tevî van nexweşiyan jî, Saziya Tiba Edlî (ATK) du caran biryara ku Hatîce Yildiz a 77 salî dikare di girtîgehê de bimîne daye.
Kurê Hatîce Yildiz, Ferhat Yildiz derbarê rewşa dayika xwe de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Dayika min heftêyê herî kêm 3-4 caran dibin revîrê’

Ferhat Yildiz anî ziman ku xwişka wî di sala 2017an de li Wanê hatiye girtin û wiha got: “Xwişka min di nav xebatên siyasî de bû û hat girtin. Dayika min Hatîce Yildiz ji xwişka min û du hevalên wê re bi rêya PTT pere şandibû. Ji ber şandina pereyan li dijî dayika min doz hate vekirin. Di sala 2024an de ceza li dayika min hate birîn. Dayika min wê demê 75 salî bû. Hatine malê û xwestine dayika min bibin. Dayika min jî gotibû ‘Ez nexweş im, hûn ê çawa min bibin girtîgehê?’ Wê demê birayê min îtîraz kiribû û gotibû ‘Divê pêşî hûn dayika min bibin nexweşxaneyê û ji bo dayika min raporê derxin.’ Ev rapor dê diyar bike ku ew dikare di girtîgehê de bimîne yan na. Tiştekî wisa nekirin û dayika min anîn Girtîgeha Bakirkoyê. Dayika min nêzî 2 sal û nîv e li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ye. Gelek nexweşiyên wê hene û ji ber nexweşiyên xwe êdî gelek tiştan ji bîr dike. Nexweşiyên demans, şekir, tansiyon û skolyozê hene û hestiyên wê dihelin. Li pişta wê de fitiq heye û çavên wê kêm dibînin. Ev nêzî du sal û nîv e ku heftêyê herî kêm 3-4 caran dibin revîrê. Her car tansiyona dayika min bilind dibe û ji ber vê yekê diçe revîrê.”
‘Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn’

Her wiha Ferhat Yildiz destnîşan kir ku wan ji bo berdana bi şert serlêdanek kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê serlêdana me hate redkirin. Paşê me bi parêzerê xwe re daxwazname şand lê ew jî nehat qebûlkirin. Jixwe divê dayika min di gulana 2027an de were berdan. Niha em benda wê rojê ne. Îro hezaran girtiyên nexweş hene. Girtiyek bi navê Çîgdem Ozlu heye ku hefteya borî ji qirika xwe emeliyat bû. Nexweşiya wê jî giran e. Her wiha hevalên me yên din hene ku piyê wan an milê wan tune ye. Lê rêveberiyên girtîgehan dibêjin ku heke kes girtiyê siyasî be, dikare di girtîgehê de bimîne. Heke ne girtiyê siyasî be, raporê didin wan û ew kes tên berdan. Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn. Heta ji bo kesên nexweş ên wekî dayika min jî dibêjin dikarin di girtîgehê de bimînin. Hevalên di girtîgehê de alîkariya dayika min dikin. Ji bo dayika min xwarin tînin û cilên wê dişon. Dema ku em diçin hevdîtinê, tenê bi alîkariya kesên din dikare were hevdîtinê. Dayika min jî dibêje ‘Bi vî emrî ez nikarim di girtîgehê de bimînim. Divê min berdin.’ Dayika min derbarê pêvajoyê de dibêje ‘Di vê pêvajoyê de divê pêşî hevalên me yên nexweş ên di girtîgehan de werin berdan.’ Hevalên di girtîgehê de jî dibêjin ‘Heke girtiyên nexweş werin berdan, em ê bizanin ku pêvajo heye.’ Îro gel jî dibêje ‘Bila girtiyên nexweş werin berdan da ku pêvajo pêş bikeve.’ Em jî dixwazin hevalên me yên girtî werin berdan. Heke hevalên me werin berdan, dê pêvajo jî heta dawiyê biçe.”












