Li Silêmaniyê Îlham Ehmed û Şenaz Îbrahîm têkildarî rewşa siyasî û rêveberiya Sûriye, rewşa Rojavayê Kurdisanê, mafê gelê Kurd û hewldanên ji bo ziman û çanda Kurdî li hev civiyan.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Şehnaz Îbrahîm Ehmed, li Silêmaniyê Şehnaz Îbrahîm Ehmed û Îlham Ehmed li hev civiyane. Li gorî daxuyaniyê Şehnaz Îbrahîm Ehmed li ofîsa xwe ya taybet a li Silêmaniyê pêşwazî li siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed kiriye.
Hate ragihandin ku rojeva civîna herdu siyasetmedaran rewşa siyasî, rêveberiya niha ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û ev hate gotin: “Dîsa nîqaş li ser statûya Kurdan a li nava rikberiya herêmî û pêkanîna mafê esasî yê Kurdan a ji bo aramiya herêmê. Mekanîzmeke ji bo pêşbirina entegrasyona rêvebirin û tevlîbûna karê jinan a li siyaset û avahiyên dewletê.”
Her wiha herdu aliyan li ser wê yekê hemfikirin ku divê mafê ziman û çanda Kurdî bê parastin û kar ji bo piştrastkirin û bicihanîna ew biryar bên dayîn, pêwîstî bi mekanîzmeyeke vekirî û zelal heye.













