Bi pêşengiya Platforma Şaxan a TMMOBê ya Wanê, bi boneya salvegera erdheja 23yê Cotmeha 2011an daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî 15 salan jî bajêr ji erdhejên nû re ne amade ye û daxwazên ewlehiyê yên gel nehatine amadekirin.
Bi pêşengiya Platforma Şaxan a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Wanê bi boneya salvegera erdheja 23yê Cotmeha 2011an a Wanê li ber peykerê erdejê ya li Parka Akkopruyê daxuyaniyek hat dayîn. Di çalakiyê de nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û endamên odeyan amade bûn.
Daxuyanî bi rêzgirtinê dest pê kir. Metna daxuyaniyê ji aliye hevserokê TMMOBa Wanê Ahmet Ortak ve hat xwendin.
Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wane Abdullah Zeydan axivi. Abdullah Zeydan da zanîn ku bi tedbîrên pêwîst dikare ziyana erdhejan bê kêmkirin û wiha got: “Em nikarin pêşiya erdhejan bigirin, lê belê em dikarin bandorên wan daxînin asta herî jêr. Ji ber vê yekê, hem di asta navendî de hem jî di asta herêmî de, bi aqilekî hevpar û kolektîf em dikarin bandorên erdhejan kêm bikin. Me her tim ev tişt anîn ziman; li cihekî ku rêveberiyên herêmî lê neyên dîtin û vîn lê bê desteserkirin, rê li hemberî karesatan nayên girtin.”
Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.














