• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Çukurovayê jî di nav de 34 kes hatin girtin

    Şaredarê Çukurovayê jî di nav de 34 kes hatin girtin

    ‘Rola herî girîng a ciwanan ew e ku pêşengiya pêvajoyê bikin’

    ‘Rola herî girîng a ciwanan ew e ku pêşengiya pêvajoyê bikin’

    Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin

    Kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Bi Kurdî biaxivin, bifikirin, bixwînin û binivisînin

    Gelo çima ba, baran, berf, brûsk, bager û bahoz bi ‘b’yê dest pê dikin?

    Gelo çima ba, baran, berf, brûsk, bager û bahoz bi ‘b’yê dest pê dikin?

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 23yê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Demîr / AW

23 COTMEH 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Rojnameger Îrfan Aktan derbarê serlêdana xwe ya ji bo çûyîna Îmraliyê cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Lê tiştekî wiha sosret heye, Îmrali saetekê ji me dûr e lê em nikarin biçin. Min du caran ji bo biçim Îmraliyê serlêdan kir. Lê serlêdanên min bêbersiv man. Dewlet daxwaz dike îmaja ku bi derewan ava kiriye berdewam bike û îmaja Ocalan di bin kontrola wan de be. Ji bo wê nahêlin rojnameger biçin Îmraliyê.”

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibata 2025an pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kiribû. Piştî pêvajoyê dest pê kir, çûyîna rojnamegeran a cem Abdullah Ocalan hatibû rojevê. Di hefteyên dawî de nîqaşa çûna rojnamegeran a Girava Îmraliyê zêdetir bûye. Gelek rojnameger ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dabûn.

Yek ji van rojnamegeran jî Îrfan Aktan e ku ji bo biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike, du caran serî li Wezareta Dadê daye.

Îrfan Aktan cara ewil di sala 2024an de û herî dawiyê jî di Sibata 2026an de serî li wezaretê daye. Lê heta niha tu bersiv ji Îrfan Aktan re nehatiye.

Rojnameger Îrfan Aktan derbarê serlêdana xwe ya ji bo çûyîna Îmraliyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Îrfan Aktan

‘Heke dewlet rastiya Ocalan qebûl bike dê pêvajo baştir bibe’

Îrfan Aktan anî ziman ku çapemenî û civaka Tirkiyeyê hê jî ji rastiya Abdullah Ocalan fêm nekiriye û wiha got: “Heta niha dewlet îmajekî li dijî şexsiyeta Ocalan ava kiriye. Ev îmaja ku bi derewan û manîpulasyonan hatiye avakirin tu eleqeya wê bi Ocalan re tune ye. Heke ku bi çavên civaka Kurd li rastiya Ocalan binêrin, jixwe dê bibînin ku Ocalan xwedî statuyekê ye. Di nav civaka Kurd û siyaseta Kurdan de statuya Ocalan heye. Heke dewlet bixwaze Ocalan bi rola xwe rabe û ji bo aştiyê karê xwe bike, divê statuya fermî bê dayîn. Rastiya Kurdan di nav Tirkan de nayê dîtin. Di nava tevahiya Tevgera Kurdan de rastiya Ocalan tê zanîn. Ocalan bi siyaset û stratejiya xwe, bi alîkarî û biryara Kurdan gihîştiye vê pozîsyonê. Piştî Komploya Navneteweyî hereketên Tirkan dilê Kurdan şikand. Heta wê demê Ocalan serokê PKK bû. Piştî wê demê Ocalan bû Rêberê Gelê Kurd. Kurdan vê biryarê da; dewlet vê qebûl neke jî, rastî ev e. Heke dewlet bixwaze aştiyekê pêk bîne, divê têkiliyeke wekhev saz bike. 10 sal bû li ser Ocalan tecrîdeke giran hebû. Dewlet digot êdî têkiliya Kurdan û Ocalan qut bûye. Lê em niha bandora Ocalan li ser gelê Kurd û tevgera Kurd dibînin. Dewlet wisa difikirî ku wê PKK biryara fesixkirinê qebûl neke, lê me rastiyê dît. Ji ber ku Ocalan lîdertiyeke kolektîf dike. Heke dewlet rastiya Ocalan qebûl bike, dê pêvajo jî baştir bi rê ve biçe.”

‘Serlêdanên min bêbersiv man’

Îrfan Aktan destnîşan kir ku ew bi wesayîta xwe çûye Qendîlê û wiha axivî: “Min di rêya Qendîlê de tu astengî nedît. Gelek noqtayên kontrolê hatibûn rakirin. Sedema rakirina noqteyan jî pêvajo ye. Ez çûm Rojava jî, heman rewş hebû. Lê tiştekî wiha sosret heye; Îmrali saetekê ji me dûr e lê em nikarin biçin. Ji bo biçim Îmraliyê du caran min serlêdan kir. Lê serlêdanên min bêbersiv man. Çima vê tiştê dikin û astengî berdewam dike? Heta niha dewlet tu caran nehiştiye ku Ocalan rasterast gotinên xwe bigihîne gel; her tim hevdîtinan qedexe kiriye. Niha jî dewlet dixwaze îmaja ku bi derewan ava kiriye berdewam bike. Dewlet dixwaze îmaja Ocalan di bin kontrola wan de be. Ji bona wê nahêlin rojnameger biçin Îmraliyê. Dibe ku ev astengî di siberojê de rabe û rojnamegerên Çapemeniya Azad biçin Îmraliyê û pirsên ku di serê civakê de ne ji Ocalan bipirsin. Ez gelek daxwaz dikim ku biçim Îmraliyê, gelek pirs di serê min de hene.”

‘Kurdan her tim got aştî’

Îrfan Aktan diyar kir ku dema mirov li civaka Kurd dinêre, dibîne ku baweriya wan bi pêvajoyê qels e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd daxwazkarê aştiyê ye, ji ber ku heta niha gelek êş kişandiye. Bandora xirabûna pêvajoya 2015an li ser gelê Kurd bandorek gelek zêde kir. Civaka Kurd ev 30 sal in dibêje aştî. Gelê Kurd ji pêvajoya heyî jî gelek hêvîdar e, lê ji ber ku bi dewletê bawer nakin, pêvajoyê tenê temaşe dikin. Dema ku derfeta Ocalan çêbibe û têkiliyeke rasterast bi gel re were danîn, ev dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike.”

Etîket: Abdullah OcalanGirava ÎmraliyêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRojnameger Îrfan Aktan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

22 COTMEH 2026
Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

Ji gundên Şaxê banga ji bo pêvajoyê: Em ne gotinan, gavên hiqûqî û şênber dixwazin!

22 COTMEH 2026
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gilînameyek ji Komîteya Wezîran re şand

21 COTMEH 2026
Halîl Aksoy: Divê hişmendî û ziman li gorî pêvajoyê biguhere

Halîl Aksoy: Divê hişmendî û ziman li gorî pêvajoyê biguhere

20 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ganî Jineolojî bibo bingeyê zanistî û îdeolojîkî

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

17 COTMEH 2026
Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

17 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne