Teqwîma hevdîtinên budçeya sala 2027an ku dê li Komîsyona Plan û Budçeyê bê nîqaşkirin diyar bû.
Teqwîma Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2027an ku dê li Komîsyona Plan û Budçeyê be nîqaşkirin diyar bû. Muzakereyên ku dê li komîsyonê li ser budçeyê bênkirin dê mehekê bajo. Hevdîtinên budçeyê dê di 21ê Cotmehê seat 14:30an de bi pêşkeşiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz destpêbike. Piştî pêşkeşiya budçeyê ji bo amadekariyên endamên komîsyonê dê hefteyek navber be dayin. Piştî navberê 27ê Cotmehê roja Sêşemê bi giştî li ser budçeyê hevdîtin bên kirin. Hevdîtinên budçeyê yên li komîsyonan dê 27ê Mijdarê roja Înê bi dawî bibe. Piştre dê plansaziya budçeyê pêşkêşî Desteya Giştî ya Meclisê bê kirin.













