Wênekêş û lêkolînerê xwezayê yê ji Amedê Muhammed Yalçin, piştî lêkolîneke demdirêj, hemû qonaxên çerxa zayîn û mezinbûnê ya Perperîka Pêşang a Spî li Baxçeyên Hevselê belge û tomar kir.
Perperîkên Pêşeng ên Spî, cureyekî koçber e ku ji Bakurê Afrîkayê ber bi Nîvgirava Erebîstanê ve heta seranserê Bakurê Asyayê û li Awistralyayê belav dibe. Lêkolîner û Wênekêş Muhammed Yalçin li Baxçeyên Hewselê lêkolînek li ser Perperîka Pêşeng a Spî kir û qonaxên cotbûyîn, zayîn û mezinbûnê xiste qeydê.
Di agahiyên ku Mihammed Yalçin parve kirîne de hate zanîn ku li Baxçeyên Hewselê û seranserê herêmê Perperîka Pêşeng a Spî tê dîtin. Her wiha di navbera mehên Îlon û Mijdarê de piştî cotbûnê, perperokên mê bi gelemperî hêkên xwe weke komikan, bi piranî li ser pelên gîhayê kaparî, an di heman rojê de an jî di nav çend rojên din de, datînin.













