Parêzerê doza Rojîn Kabaîşê ragihand ku rapora îstasyona bazê ya hatiye tengkirin tev li dosyeyê hatiye kirin û 6 kesên ku sînyala wan nêzî cihê Rojînê bûne, hatine tespîtkirin.
Di lêpirsîna mirina bigûman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) a Wanê Rojîn Kabaiş de geşedanek nû qewimî. Li ser daxwaza dozger rapora îstasyona bazê ya hatiye tengkirin tev li dosyeyê hate kirin. Li gorî parvekirina parêzerê dosyeyê Abdûrrahman Karabulut, di raporê de navê 6 kesan derbas dibe. Sînyala van 6 kesan dema Rojîn Kabaiş winda dibe nêzî wê xuya dikin.
Li gorî gotina parêzerê; wê îfadeya van 6 kesên ku sînyala wan nêz xuya dikin, bê girtin û telefonên wan dê werin lêkolînkirin.
Parêzer Karabulut derbarê erebeyên ku gumanbar hatine dîtin de jî da zanîn ku ev wesayît û ajokarên wan hatine tespîtkirin û wê bi destê dozgeriyê werin lêkolînkirin.













