Li navçeya Fatîh a Stenbolê, zarokek 14 salî ji ber ku pê li çala ku ji ber baranê tijî bibû kir ceyranê pê girt û jiyana xwe ji dest da.
Li Parka Çukurbostanê ya li taxa Balatê ya navçeya Fatîh a Stenbolêzarokek 14 salî ji ber ku pê li çala ku ji ber baranê tijî bibû kir, ceyranê pê girt û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê, bûyer di çala avê ya li parkê de pêk hatiye. M.I. yê ku pê li çala avê kir ceyranê pê girt û ji ser hişê xwe çû. M.I. ji hêla kesên drdorê ve bi lez rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zarokê 14 salî tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Walîtiyê daxuyand ku têkildarî bûyera qewimî lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.













