Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Serokê YNKê Bafil Talabanî li Debaşan a Silêmaniyê civiyan. Di civînê de li ser bihêzkirina têkiliyên dualî û serxistina pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Bafil Talabanî têkildarî hevdîtina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Serokê YNKê Bafil Talabanî ya îro li Debaşan a Silêmaniyê pêk hat de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê YNKaê Bafil Talabanî li Debaşan pêşwazî li Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan kir û di hevdîtinê de li ser bihêzkirina têkiliyên dualî û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê birêve diçe, hat nîqaşkirin.
Hate ragihandin ku, di hevdîtinê de ji bo aramiya herêmê tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya hevpar û xurtkirina têkiliyên di navbera herdu aliyan de di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de hat kirin.
Hate gotin ku di derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê birêve diçe, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî piştgiriya xwe ya ji bo vê gava dîrokî dubare kir û got: “Emê li ser heman siyaseta Serok Mam Celal berdewam bikin heta ku ev mijara girîng û biryardar bi ser bikeve. Em bawer dikin ku em dikarin bi jiyana hevbeş û aştiyê xizmeta gelê xwe bikin. Ji ber ku di şer û parçebûnê de, ji bilî wêrankirinê tiştek nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku her kes dê rûpelek nû ber bi aştiyeke mayînde veke.”
Her wisa li gor daxuyaniyê, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ji bo hewldanên wan yên ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê spasiya Bafil Talebanî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û got: “Em rêzê li rola we digirin û gavên we yên ku xizmeta aramî û jiyana aştiyane li herêmê dikin, teqdîr dikin.”













