• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 11ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Demîr / AW

11 COTMEH 2026 - 09:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayika Aştiyê Meryem Bûlût jî yek ji qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê ye. Meryem Bûlût a ku ji bo aştiyê kêiliyek nedisekinî di komkujiya hovane de xatir ji aştiyê xwest. Dayika Aştiyê Sûltan Bozkûrt diyar kir ku hevala wan Dayika Meryem ji bo aştiyê çûbû Enqerê.

Bi ser Komkujiya 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê re 11 sal derbas bû. Du endamên DAIŞê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûn û li peytexta Tirkiyeyê Enqereyê êrişî Mitînga Aştiyê kirin. Di êrişê de 104 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev êriş hê jî bi awayekî zelal nehatiye eşkere kirin û hesab ji berpirsiyaran nehatiye pirsin. Yek ji wan qurbaniyan jî Dayika Aştiyê Meryem Bûlût bû.

Li her derê çalakvan e

Di 10ê Cotmehê sala 2015an de li Enqereyê DAIŞê êrişî Mitînga Aştiyê kir û di encama komkujiyê de zarok û kal û pîr jî di nav de 104 kes hatin kuştin. Her yek ji bo aştiyê ketibû rê. Ji her deverê Kurdistanê û Tirkiyeyê karker, kedkar, aştîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwaz ew roj li Enqereyê li ber Gara Trênê kom bûbûn ku daxwaza aştiyê ragihînin ji bo dinyayê.

Meryem Bûlût a 71 salî jî yek jî wan aştîxwazan bû. Meryem Bûlût di nava gel de weke Dayika Meryem tê nasîn. Ji ber ku li Stenbolê dayika her kesî bû. Li Stenbolê kîjan çalakî hebe ew jî li wir e. Dayika Meryem ji Êlihê koçî navçeya Îskenderûna Hatayê dike û 25 sal li wir dijî. Li Îskederûn ê kurê wî Ahmet tev li Newrozê dibe û tê binçavkirin. Polîs ji Dayika Meryem re dibêje em ê piştî saetekî din kurê te berdin. Lê bi rojan îşkence li Ahmet tê kirin û paşê tê girtin. Dayika Meryem diçe pêşiya girtîgehê û êdî çalakî li ku hebe ew jî li wir e. Ji wir jî koçî Stenbolê dike. Li Stenbolê jî nasekine geh li Qada Galatasarayayê ye, geh li pêşiya girtîgehan e û çalakî li ku hebe ew li wir e.

Li dijî şer dibe mertala zindî

Dema ku di sala 2015an de li Kurdistanê carek din ji nû ve şer dest pê kir, ji Stenbolê diçe Licê û dibe mertala zindî, dema ku sedema çûyîna wê tê pirsîn dibêje ku “şûna ciwan bimirin bila ez bimirin” û diçe. 40 rojan li Licê dimîne. Di sala 1995an de dema kurekî wê leşker e, yek jî gerîlayê diçe li Cizîre û dibe mertalê zindî. Li Cizirê tê girtin û li Girtîgeha Merdînê tê ragirtin. Dozgerî ji Dayika Meryemê dipirse, “tu çima li dijî leşkeran disekinî?” Dayika Meryem bersiv dide û dibêje, “kurekî min gerîla ye, yek jî leşker e, ji bo hevdu nekujin, ji bo aştiyê çûm.”

Li ku şer hebe diçe li wir û li pêşiya şer disekine. Ji ber ku dizane şer çi ye û ji bo aştiyê têdikoşe. Neviyê wê Çekdar tev li Tevgera Azadiya Kurd bûye û di şerê li DAIŞê de jiyana xwe ji dest dide.

Dayika Meryem Bûlût ji Stenbolê berê xwe dide Enqerê. Dema ku malbat teqînê dibihîse telefonê dayika Meryem dikin. Polîsek telefonê vedike û dibêje “Werin dayika xwe bibin.” Meryem Bûlût di 71 saliya xwe de hesret û evîna aştiyê di dilê wê de ma û li paytexta Tirkiyeyê xatir ji aştiya pêknehatî dixwaze.

Dayika Aştiyê Sûltan Bozkûrt

‘Destê dewletê jî di qetlîamê de heye’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Sûltan Bozkûrt qala heval û hevrêya xwe Meryem Bûlût kir. Sûltan Bozkûrt wiha qala hevrêya xwe dayika Meryem dike: “Dayika Meryem li her derî bû. Bi hev re em diçûn çalakiyan. Dewleteke wisa hovane dayika Meryemê qetil kir. Ev 11 sal in kujer bi awayekî zelal nehatine darizandin. Dadgeh formalîte berdewam dike. Destê dewletê jî di nava qetlîamê de heye. 104 hevalên me hatin kuştin. Dayika Meryem ji bo aştiyê çûbû Enqereyê. Xwest aştî pêk were. Îro jî aştî heye lê tu gav nehatiye avêtin. Em dixwazin gav bên avêtin. Ez li ber dayika Meryem û tevahiya şehîdan bejna xwe ditewînim.”

Etîket: aştîDayika Aştiyê Sûltan Bozkûrtkomkujiya 10ê cotmehêMeryem Bulut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

10 COTMEH 2026
Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

10 COTMEH 2026
Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

10 COTMEH 2026
Li Îzmîrê bîranîna 10 Cotmehê: Em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin!

Li Îzmîrê bîranîna 10 Cotmehê: Em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin!

10 COTMEH 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne