• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 11ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Esen / AW

11 COTMEH 2026 - 09:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Dayika endamê Tevgera Azadiyê Çekdar Berxwedan ku di sala 2018an de jiyana xwe ji dest dabû, Medîha Înce xwest ku aştiyeke mayînde pêk bê û wiha got: “Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin.”

Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê di meha Tebax û Îlonê de gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dîrok û li cihên cuda de şehîd ketibûn hatin bibîranîn. Di wan bîranînan de bi hezaran welatî li nirxên xwe xwedî derketin û malbat bi tenê nehiştin. Yek ji wan malbatan jî ya şehîd Çekdar Berxwedan (Cemîl Înce) bû. Çekdar Berxwedan ê ku di sala 1999an de li Stenbolê ji dayîk dibe û çar xwişk û çar bira ne. Çekdar heta dibistana navîn dixwîne. Li dibistanê şagirtekî gelek serkeftî bûye. Çekdar ji ber rewşa wan a nebaş a aboriyê dest bi firotina destmalan dike û bi wî awayî dibistanê jî dixwîne. Di heman demê de ew bi temenê xwe yê biçûk dest bi xebatan dike. Piştre malbat ji Stenbolê tê Sêrtê bi cih dibe. Piştî ku malbat tê ji bo Çekdar jî bêhtir derfetên xebatan çêdibin û li wir jî xebatên xwe yên nava ciwanan dike û piştî wê di sala 2015an de jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Piştî neh mehan Çekdar derbasî bakurê Kurdistanê dibe û li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tê girtin û demekî di zindanên Rihayê û Enqereyê de tê ragirtin, piştre jî di sala 2017an de tê berdan. Demekî li cem malbatê dimîne û dûre dîsa tev li xebatan dibe. Çekdar Berxwedan di 2yê Tebaxa 2018an de li Herêma Parastinên Medyayê ya başûrê Kurdistanê şehîd dikeve.

Medîha Înce derbarê jiyana kurê xwe Çekdar Berxwedan de axivî.

‘Kêfa wî ji xebatê re dihat’ 

Medîha Înce bi lêv kir ku dema kurê wê Çekdar diçû dibistanê şagirtekî serkeftî û kesekî jîr bûye. Medîha Înce da zanîn ku kurê wê Çekdar ne li gorî temenê xwe li gorî temenek mezin her tim radibû û got: “Bi mezinan re mezin bû û bi zarokan re jî zarok bû. Kêfa wî gelek ji lîstika gogê û ji temaşekirina maçê re dihat. Digot; ‘Ez ê dibistana xwe bixwînim’ Kêfa wî gelek ji xwendina dibistanê re dihat. Ji dibistanê dihat malê, zêde nediçû derve, pir girêdayî malê bû. Piştre dest bi firotana destmalan kir. Ji bo ku dibistanê bixwîne bi wî karî ve mijûl dibû. Ji ber ku rewşa me ya aboriyê nebaş bû ez jî diçûm karê paqijiyê dikir. Rojekê winda bibû hat ba min giriya û got ‘polîsan min aniye malê’ gelek zora wî diçû. Piştre dest bi kar kir ji bo aboriya malê dixebitî. Û carinan bi bavê xwe diçû partiyê û bi wî awayî têkiliya wî û ya ciwanan çêbû, êdî dest bi xebatan kir. Dema ku çalakiyek çêdibû me deriye xwe digirt û em bi malbatî diçûn tev li dibûn.” Medîha Înceda zanîn ku kurê wê di sala 2015an de tev li bûye û wiha domand: “Kêfa wî gelek ji xebatên rêxistinî re dihat û beriya ku biçe, di nava gelek çalakiyan de cih digirt.”

‘Piştî 9 mehan hatiye girtin’

Medîha Înce bi bîr xist ku piştî kurê wê Çekdar tev li bûye piştî 9 mehan li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê tê girtin û wiha qala serpêhatiyên ku hatibûn serê kurê wê kir: “Piştre ew anîbûn Rihayê û êdî li min geriyan. Gotin; ‘Me kurê te girtiye.’ Ew jî roja 4ê Nîsanê bû. Dema ku telefon kirin em jî bi awayekî girseyî dihatin Amarayê ji bo rojbûna Serokatî. Di wê navberê de jî nedihiştin em derbasî gund bibin. Êdî di navberê de min ji hevalên me re got; kurê min hatiye girtin. Sibê hevdîtina wî ya vekirî heye û divê hûn min bibin wir. Êdî min saziya malbatên girtiyan agahdar kir û min ji wan re got; kurê min hatiye girtin. Sibê hevdîtina wî ye. Êdî em roja din saet di 11:00an de çûn girtîgehê. Em ketin eywanê û min dît Çekdar ji wê de hat, lê madeyê wî nexweş bû. Min jê re got; kurê min li her du aliyên me kamera hene, tu negirî. Da ku kena dijmin bi me neyê. Lê dema ku ew hatiye girtin gelek tundiyê lê kirin e. Min jê pirsî, ji min re got; ‘Li min nedane.’ Lê ji bavê xwe re gotibû ‘gelek tundî li min kirin e.’ Û ketine milê min heta min anîn ber deriyê danişînê. Dema ku ez bi wê gotina wî hesiyam, Mazlûm Dogan dihat ber çavê min. Nikarîbûye ku xwe li ser lingên xwe jî bigire.”

‘Gelek ji parvekirinê hez dikir’

Di berdewama axaftina xwe de Medîha Înce da zanîn ku kurê wê ji Girtîgeha Rihayê sirgunî Girtîgeha Enqereyê hatiye kirin û wiha pêde çû: “Em li wir du caran çûne ba wî û çend meh piştî re jî hate berdan. Piştî ku hate berdan jî dîsa nedisekinî. Demeke dirêj li malê ma. Mirovekî gelek fêmbar bû. Gelek ji parvekirinê hez dikir. Min jê re got, xebatên xwe li vir bike. Ji min re digot; ‘Dayê yên weke te gelek in, wisa dibêjin.’ Min jî jê re got; ‘Ez ê jî bi te re bêm, ez ê ji we re xwarinê çêbikim.’ Ji min re got; ‘Tu nikarî çekê bigirî, ew ne riya te ye.’ Digot; ‘Dema ku mirov sozek da, divê mirov li ser wê sozê bisekine.’ Min jê re got; ‘Ez ê bêm te bibînim.’ Wî jî ji min re digot; ‘Dema ku tu hatî divê tu negirî.’ Dîsa jî min jê re got; ‘Dema ku tu biçî jî divê tu ji min neveşêrî’. Jixwe demek pişt re êdî çû. Beriya sê salan hin heval hatin mala me, ji min re gotin; ‘Me ji te re mizgîniyek aniye.’ Min jî gelek meraq kir û rast e rast ew hate hişê min. Ew jî wêneyê wî bû. Lê me nizanibû ku şehîd ketiye.”

‘Em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

Medîha Înce xwest ku aştiyeke mayînde çêbibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin hemû gerîlayên li çiyayan dimînin bên. Hevalên ku di zindanan de tên girtin divê bi vê pêvajoyê re bên berdan. Bila êdî xweşiyek bikeve dinyayê. Heta ku Serok neyê berdan, zimanê Kurdî di Meclisê de neyê qebûlkirin, dê azadiya Kurdan pêk neyê. Heta em dikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin. Hebûna me jî nasname, ziman û welatê me ye. Êdî ev zilm û zorî bes e, êdî bin erdan hemû tije bûne. Êdî Kurdên me yên ku di xew de bin nemane. Ev 50 sal in ku ev şere heye, her kes zane ku ew şer li ser Kurdan tê meşandin. Bi her awayî di bin şert û mercên zehmet de derbas bûne. Em dixwazin yekîtiya xwe xurt bikin û li welatê xwe, axa xwe, ala xwe bilind bikin da ku em bigihin azadiyê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

11 COTMEH 2026
Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

11 COTMEH 2026
Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

11 COTMEH 2026
Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

11 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 11ê COTMEHA 2026an

11 COTMEH 2026
Gala belgesela ‘Ewro tirkî yasax a’ hat lidarxistin

Gala belgesela ‘Ewro tirkî yasax a’ hat lidarxistin

10 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne