Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz ku beriya vekirina meclisê, pirsên rojnamgeran bersivand, diyar kir ku Komîsyona Çavderiyê ya tekildarî qanûna çarçoveyî dê di nava hefteyek an jî 10 rojan de li meclise bê avakirin.
Cigirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz beriya vekirina meclise ya sala qanûn danînê, pirsên rojnamegeran bersivand. Fetî Yildiz li ser pirsa rojnamgeran diyar kir ku ew li bendê ye ku Komîsyona Çavderiyê ya tekildarî qanûna çarçoveyî dê di nava hefteyek an jî 10 rojan de li meclise bê avakirin. Fetî Yildiz bi lêv kir ku ew li bendê ne, di komîsyonê de 17ê parlamenter cih bigirin û nûnertiya parlamenteran dê li gor hejmara partiyan bê diyarkirin.













