Riha – Mamosteya materyalên zimannasiyê ya Zanîngeha Rojava Nejbîr Elî derbarê statu û perwerdeya zimanê Kurdî ya Rojava de axivî û destnîşan kir ku sînordarkirina perwerdeya bi Kurdî ya bi 3 saetan nabe û bal kişand ser tecrûbeya pirzimanî û wiha got: “Ji bo Kurdî bibe zimanê zanistê û perwerdehiyê, divê statuya wê di destûra nû de bi awayekî qanûnî bê teqezkirin.”
Di 26ê Tebaxa 2026an de Wezereta Perwerde û Fêrkirina ya Sûriyeyê têkildarî zimanê Kurdî biryarnameyek derxist. Li biryarnameyê perwerdeya bi zimanê kurdî hat sînordarkirin û dê tenê hefteyê 3 saetan dersên Kurdî ji bo xwendekaran bêne dayîn. Piştî vê biryarnameyê rewş û pêşeroja zimanê Kurdî di rojeva sereke de cihê xwe girt. Her çiqasî zimanê Kurdî li seranserî Sûriyeyê weke “zimanê niştîmanî” hatibe naskirin jî, biryara dawî ya Desteya Perwerdeyê ya ku xwendina Kurdî bi 3 saetên bijarte sînordar dike, rastî nerazîbûnê hat. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê gelek deverên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin, xwendekarên kurd dibistanan boykot kirin ku ev boykot hê jî didome. Gelê Kurd vê biryarê qebûl nake û daxwaz dike ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û destûra bingehîn de statuya wî bê mîsogerkirin.
Têkildarî mijarê Mamosteya Materyalên Zimannasiyê ya Zanîngeha Rojava Nejbîr Elî ji ajansa me re axivî.
‘Qedexeke tund li ser zimanê Kurdî hebû’
Nejbîr Elî bi bîr xist ku berî sala 2012yan li seranserê Sûriyeyê qedexeyeke tund li ser zimanê Kurdî hebûye û wiha axivî: “Zimanê Kurdî di sazî û perwerdeyê de qedexe bû, xwendin û nivîsandina pê sûc dihat dîtin. Perwerde bi awayekî veşartî di hundirê malan de dihat meşandin. Lê gelê Kurd di jiyana rojane, şahî û cejnên neteweyî de zimanê xwe parast û zindî hişt. Piştî damezrandina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007an de û bi taybetî piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê, qonaxeke nû dest pê kir.”
‘Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, bîra civakê ye’

Nejbîr Elî anî ziman ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, her wiha bîra civakê ye û ev tişt anî ziman: “Eger zimanek tenê di jiyana rojane de bê bikaranîn, qels dibe. Ji bo ku bîra civakî winda nebe, divê bibe zimanê perwerde, zanist, kar, siyaset, dadgeh û ragihandinê. Bi Rêveberiya Xweser re zimanê Kurdî ligel Erebî û Suryanî bû zimanekî fermî. Cara yekem di dîroka Sûriyeyê de zimanên ji bilî Erebî bûn zimanên fermî yên perwerde û rêveberiyê. Saziya mûfredat a di 2014an de hat damezrandin, ji pola yekê heta pola 12yan mûfredateke sêzimanî hat amadekirin. Branşên zanyarî û civakî hemû bi Kurdî hatin hînkirin. Ev tecrûbeyeke zindî û serkeftî bû ku nîşan da Kurdî dikare bibe zimanê zanistê.”
‘Sînordarkirina bi 3 saetan têrê nake’
Di berdewama axaftina xwe de Nejbîr Elî behsa biryara nû ya Hikûmeta Demkî û Desteya Perwerdeyê û biryara 943 / 2068 kir û wiha pêde çû: “Di biryarnameya 13yan de naskirina Kurdî weke zimanê niştîmanî gaveke erênî ye. Lê biryara piştre ku perwerdeya bi Kurdî tenê di hefteyê de bi 3 saetan û wek dersa bijarte sînordar dike, têrê nake. Gelemperî nifşekî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bûye heye. Niha ferzkirina sîstemeke din dê bandoreke neyînî û şikestineke derûnî di nav xwendakaran de biafrîne.”
Mînaka modelên pirzimanî yên cîhanê
Nejbîr Elî da zanîn ku Sûriye welatekî pirzimanî ye û divê ji modelên cîhanê yên duzimanî û pirzimanî sûd bê girtin û wiha got: “Modelên weke zimanê Baskî li Spanyayê, li Cezayirê û tecrûbeya Başûrê Kurdistanê nîşan didin ku pirzimanî dewlemendî ye. Welatên ku du zimanên niştimanî di hemû qonaxên perwerdeyê de ji dibistana sereteyî heta zanîngehê bi kar tînin, serkeftî bûne.”
‘Zanîngeha Rojava û Kobanê dikarin piştgiriyê bidin mûfredat û wergerê’

Her wiha Nejbîr Elî behsa hincetên Wezareta Perwerdeyê yên derbarê kêmasiya wergêran û xwendina bilind de kir û wiha dawî da axaftina xwe: “Erkê dewletê ye ku zimanê Kurdî di destûrê de bi cih bike, biparêze û bi pêş bixe. Zanîngehên xwedî tecrûbe yên mîna Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî dikarin bi Wezareta Perwerdeyê re bibin alîkar. Di wergerandina materyal, mûfredat û rêbazên niştîmanî bo zimanê Kurdî de dikarin roleke sereke bileyîzin. Ji bo ku xwendekar piştî pola 12yan xwendina xwe bê asteng li zanîngehan bidomînin, ev zanîngeh dikarin stratejiyeke zanistî û akademîk pêşkêşî saziyên têkildar bikin.”













