Şewirmendê Serokkomar Mehmet Uçum derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û qanûna çarçoveyî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr a Bêçekkirin û Koordinasyona Siyasî de cih bigire.
Şêwirmendê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan Mehmet Uçum bi rojnamegerên Federesyona Çapmeniyê ya Tirkiyeyê re civiya. Mehmet Uçum di civînê de derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek mijaran de axivî.
Ocalan dê di Jêr Desteyê de cih bigire
Mehmet Uçum bi lêv kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr a Bêçekkirin û Koordinasyona Siyasî de cih bigire û derheqê nîqaşên li ser xaniyê li Girava Îmraliyê hatiye çêkirin de jî ev yek anî ziman: “Xanî giredayî girtîgehê weke uniteyek hatiye çêkirin. Ji bo Abdullah Ocalan bikaribe rola xwe ya di pêvajoyê de baştir bi cih bîne, ev xanî hatiye çêkirin. Pêvajoya bi Ocalan re tê birêvebirin li ser diyalogê ye. Kê rêxistin ava kiribe ew dê fesix bike. Ji bo wê jî çêkirina xanî ne îmtiyazeke, ji bo peywîra xwe baştir bi cih bîne hewcedariyek bû.”
Rapora MGKê dê di meha Cotmeh an jî Mijdarê de derbikeve
Mehmet Uçum da zanîn ku rapora MGKê an di Cotmeh an jî Mijdarê de dê derbikeve û wiha got: “Wisa tê payin rapora MGKê dê bigihîje meha Cotmehê. Piştrastkirin li gorî qadê dê pêk were. Helbet di vê mijarê de pêşketin hene ku nirxandin li ser tên kirin. Di destpêkê de Jêr Desteya di bin banê koordînasyona Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hatiye avakirin, dê bi dawîbûna hebûna rêxistinê tespît bike û piştre jî bê ka çek û muhîmat teslîm bûne an nebûne dê bê lêkolînkirin. Deste dê rapora amadekiriyê pêşkeşî MGKê bike û MGKê jî dê raporê binirxînê û biryar bide. Piştî ku biryar ji aliyê Serokkomar ve di rojnameya fermî de hat ragihandin ji bo endamên PKKê pêvajoya serlêdanê ya 6 mehan dê dest pê bike.”
Rewşa girtiyên siyasî
Mehmet Uçum derbarê girtiyên siyasî û Selahattîn Demîrtaş de jî diyar kir ku li gorî qanûn ji bo girtiyên cezayê wan 5 sal in an hê kêmtir e înfaza wan 5 sal, yên cezayê wan bi ser 15 salan û muebedê û muebeda girankirî ye jî înfaza wan 10 salan bê taloqkirin. Heke di nav 5 an 10 salan de ‘sûcê terore’ bikin dê lêpirsîn berdewam bike. Ji bo ku Demîrtaş jî serlêdan bike tu astengî tune ye. Serlêdan dê ji aliyê dadgeha têkildar ve bê nirxandin. Biryara di vê derbarê de wê dadgeha pêwendîdar bide.”
Her wiha Mehmet Uçum ragihand ku hilbijartinên Serokkomariyê dê di 16ê Nîsana 2028an de pêk were û Serokkomar Edogan dê cara dawî bibe namzet.













