Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir ku dema dawî bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji gelê welatparêz û derdorên cuda daxwaza alîkariyê tê kirin û di vê mijarê de bang li gel kir ku hişyar be.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) derheqê kesên ku li ser navê hêzên wan ji gelê welatparêz, karsaz û derdorên cuda alîkarî kom dikin, daxuyanî da.
HPGê di daxuyaniya xwe de ev tişt vegot: “Demên dawî agahî gihîştin ber destê me ku tê gotin, li hin bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji gelê me yê welatparêz, ji karsaz û derdorên cuda daxwaza alîkariyê tê kirin. Ev agahiya ku ji gelek navendan hat ji aliyê me ve hate lêkolîn. Di encamê de hate tespîtkirin ku di halê hazir de li cihên ku gerîlayên me lê ne û li cihên ku ne lê ne, ji kesî daxwaza alîkariyê nehatiye kirin. Ji ber vê yekê li ku dibe bila bibe, yên ku bi vî rengî daxwaza alîkariyê dikin ew kes in ku tu eleqe û têkiliya wan bi gerîla û tevgera me re nîne. Her wiha agahî hatine bidestxistin ku di vê mijarê de komên çete bi zanebûn ketine dewrê û ev pratîkên neyînî ji aliyê wan koman ve hatiye kirin.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe û derdorên cuda dikin ku çi dibe bila bibe baweriya xwe bi wan kesan nîn e ku bi not an jî rêbazeke cuda bigihîne we, li hemberî kesên ku bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê alîkariyê dixwazin hişyar bin.”













